Li avahiya ku du kolan li dûrî deriyê sînor e, 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan û du jî tevî hemû êrîşên çekên giran ên DAIŞ’ê avahî terk nekirin û li ber xwe dan.

Yek ji fermandara Eniya Rojhilat a YPJ’ê Sorxwîn Zagros ku sê mehan li avahiyê ma, tiştên jiyan vegot. 

Zagros bi lêv kir ku şervanê YPG’ê Rojhat Koanê li ser congên wê can daye û navê danîna avahiyê ya ‘Kela Dimdimê’ jî wiha vegot: “Dema DAIŞ ket navenda bajar, Dîrok, ez, Dilovan û Rojhat em li avahiyê diman. Ji ber vê avahiyê derî bi rehetî didît, me Doçka li vir bicih kir.  DAIŞ’ê jî bi êrîşên xwe yên li dijî derî dixwest avahiyê bigire. 4 hevalên me  yên li derveyî avahiyê şehîd ketin. Lê em kesên di avahiyê de bi mehan bi şev û roj li dij êrîşan me xwe parast, me nehişt dijmin berê xwe bide derî. Di demên dawî yên şer de Dilovan di êrîşên çekên giran de jiyana xwe ji dest da. Rojhat jî bi çeka sûîqestê ji serê xwe ve gule girt û li ser congên min jiyana xwe ji dest da..”

Dîrok Efrîn ku wê jî sê mehan li avahiyê li ber xwe da, got ku ligel temenê xwe yê biçûk, ji ber soza ku daye hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane, bîne cih, li wir maye û got: "Tevî hemû êrîşan em ji avahiyê derneketin. Bi rojan xew neket çavên me. Heval Rojhat got, heval em ê ‘Kela Dimdimê’ bernedin, em ê djimin ji vî bajarî derxin û li Girê Miştenûr ala xwe biçikînin. Heval Rojhat li ber çavên min jiyana xwe ji dest da. Li Kela Dimdimê wan mirovên xweşik xwîna xwe rijand. Piştî çete ji bajar hatin derxistin min daxwaza hevalê Rojhat anî cih û min li Girê Miştenûr ala YPG’ê çiqand.”


FERHAT ARSLAN/ANHA/KOBANÊ