Christian Zeller li Zanîngeha Salzburgê (Awusturya) profesor e ji bo cografya aborî. Ew demeke dirêj daket bi mijarên pêvajoya globalbûnê, nexasim jî globalbûna şirketên mezin, stratejiyên wan ên hilberandinê, stratejiyên wan ji bo lêkolîn û geşedanê û beriya hemûyan jî stratejiyên wan ên nûbûnê. Wî berê awira xwe jî daye ser îndustriya dermanan, demeke dirêj jî li mijarên teknolojiya biyo, birêxistinkirina bernameyên nûkirinê yên di warê teknolojiya biyo de kurr bûye. Paşê jî elaqedar bûye bi teoriyê, bi awayekî darî çav bi pirsa dahatê, qdahata ji erd û milk. Ev mesele girîng e dema mijar mafên milkiyetê yên hilberînên nûkirinê yan jî yên hilberînên întelektuel: Ango wî serê xwe êşandiya bi pirsa patentê re. Vê pirsê jî kir ku ew vegere li pirsa peywendiya di navbera aborî û xwezayê de. Lewma beşeke mezin a kirina milk a çavkaniyên xwezayî xwe disipêre mafên milkiyetê. Ew difikire ku karê xwe bêhtir bigerîne li dora mijara mêtingehkirina xwezayê bi destê sîstema kapîtalîst.
Ji ciwaniya xwe ve elaqedarî siyasetê bû, bi taybetî jî li ser mijara şerê azadiyê, weke yê Filistînê, Amerîka Latîn. Ew demeke dirêj ji dawiya salên 1970´yê û pê ve di nava  rêxistinên palpiştiya tevgerên şoreşger ên Amerîka Navîn de cih girtiye. Ew di anva gelek tevgerên sosyalîst ên Swîsreyê de çalak bû. Û niha jî li gel profesoriya xwe çalakgerekî sosyalîst e li Awusturyayê. Ji ber wê jî elaqeya wî ji destpêka tevgerên şoreşa welatên ereb ve gelek bû ji bo Rojhilata Navîn û Nêzîk. Di heman çaçoveyê de pêvajoya şoreşger a li Rojava jî bûye yek ji mijarên ku di çalakgeriya xwe de pê re elaqedar dibe; jixwe beşeke mezin a çalakgeriya wî ya siyasî tevgera palpiştiya pêvajoyên şoreşê û şerên rizgariyê ye.

Şoreşa beşdarbûna yekser a li siyasetê

Christian Zeller yek ji endamên heyeteke akademîk a ji welatên Rojava ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bû ku nêzîkî deh rojan li Kantona Cizîrî çavdêrî kirin û hewl dan pêvajoya şoreşger li Rojavayê Kurdistanê nas bikin. Zeller profesorê cografya aborî ye. Tevî ku ji hev veqetandina disîplînên zanistî ecêbek bû, niha bi hev ve girêdana wan jî dikare wisa be. Lê ew dibêje, “dema ku mirov karekî dabeş bike, çi zenet be û çi jî pîşeyî be, her mekanî ye. Lewma pêvajoyeke hilberandinê nikare li heman mekanî heta dawiyê pêk were. Ango dema şirketek pêvajoyeke hilberandinê birêxistin dike, ev pêvajoyeke cografî ye, lewma ev pêvajo li mekanên cihê pêk tê.” Naxwe dema mirov li hilberandina çirketên navneteweyî dinihêre, ew bi temamî hingê cografî û mekanî ye.     

´Tişta min dîtî gelekî tesîrkar bû´

Ji bo çavdêriyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê, Zeller tevî kurtiya dema li Rojava mayî dibêje, “Tişta min li Rojava dîtî gelekî tesîrkar bû. Di bin şert û mercên şerî û ambargoyê de hewl tê dayîn ku civakek were ava kirin ku xala wê ya destpêkê pêdiviyên xelkê ne. Tişt ku di nava vê pêvajoyê de nexasim tesîr li min kir ew hewldan in ku dikin ku welatî li komunan, li kargehan (kooperatîf) yekser beşdar dibin di pêvajoyên siyasî yên biryardayînê de.  
Mijareke din a ku tesîr li wî kirî ji holê rakirina cudakirina siyaset, aborî û beşdarbûna siyasî ye. Weke mînak mirovên “di nava kooperatîfeke çandiniyê de yan jî li aşekî kar dikin dikarin tesîrê bikin li pêvajoya hilberandinê, tesîrê bikin li pirsîn çi û çawa hilberînin.”

Heta Şoreşê mêtingeha Sûriyeyê bû

Christian Zeller rewşa  aborî ya Rojavay Kurdistanê heta bi Şoreşa 19 Tîrmehê bi bêr dixe û dibêje, “herçî têkiliyîn aborî ne, mirov dikare Rojava weke mêtingeheke navxweyî ya Sûriyî bi nav bike. Lewma Rojava berhem didan aboriya Sûriyeyê, çi neft û çi jî berhemên çandiniyê yên weke genim û ceh, lê miameleya bi van berheman re ne li Rojava lê belê li deverên din ên Sûriyê pêk dihat. Ango rejîma Baesê hîç veberhênan li Rojava nekirine. Berevajî, herêm bi temamî girêdayî Sûrî ma.”
Zeller hewldanên Kantonan hêja dinirxîne ku armanca wan ew e di rewşa şer de aboriyekê li ser piyan bigirin. Weke mînak jî behs dike çawa dahatên ji petrolê ji bo erzan belavkirina nên li welatiyan tê bikaranîn. Zeller balê dikişîne ser zehmetiyan û dibêje, bi vî halî aboriyek zehmet e xwe li ser piyan bigire demeke dirêj: „Lewma pirraniya dahatên ji petrolê yan tîcareta pirr kêm ji bo mesrefên bergirî û paraztina Rojava tên bikaranîn. Mijarên din ên sereke avakirina sîstemeke tenduristiyê, misogerkirina dabînkirina pêdiviyên xwarinê ne; û stûnê çaran jî ji bo min perwerde ye.”

Zeller di wê baweriyê de ye ku ev model bi tena serê xwe û îzole kirî li Rojava nikare li ser piyan bimîne, ji ber wê jî dibêje; „Bi ya min divê li ser were hizirîn ka Rojava di aboriya Sûriyeyê de dikare bi kîjan rolî rabe, ev jî elaqedar e bi mijara siyasî re; ketina rejîma Baesê, geşedana siyasî û demokratîk li tevahiya Sûriyeyê û yek ji meseleyîn herî girîng jî ew e ka aboriya Rojava çawa wê were girîdan bi aboriya navneteweyî ve. Bi Bakurê Kurdistanê, Tirkiye, Başûrê Kurdistanê û Iraqê re têkiliyên çawa dikarin werin bipêşxistin.” Zeller îşaret bi girîngiya van pirsan dike û weha dewam dike: “girîng e ku di siberojeke nêzîk de li ser van pirsan nîqaş çêbin. Lewma heke Rojava karibe di warê eskerî de serketî li ber xwe bide û rejîma Baes hilweşe, hingê şensên pirr mezin hene ji bo avakirina civakê”.


Divê mirovên li herêmên din werin îqnakirin
Profesor Zeller belgeyên birêveberiya Rojava, yên Xweserya demokratîk û Peymana Civakî ya Rojava weke bingehekî baş a dewamkirina nîqaşan dinirxîne. Ew bi girîngî behsê dike ku nîqaşên li ser cihê Rojava di çarçoveya Sûrî, di ya Kurdistanê û ya Rojhilata Navîn de werin destpêkirin. Li gorî Zeller herêmeke piçûk a ku serjimara wê 3 milyon e, keribe bi tena serê xwe projeyeke bipêşketinê ya demokratîk û heta dij-kapîtalîst dewam bike: „Tecrûbeyên cîhanê jî vê yekê li ber çavan radixin. Lewma ji projeya li Rojava re hevgir divên. Divê mirovên li welatîn din ên li Tirkiye, Iraqê jî ji bo projeya demokratîk û şoreşger werin razî û îqnakirin.

Misogerkirina kontrola demokratîk   

Modela aborî ya ku li Rojava dîtî jî Zeller weha teswîr dike: „Li aliyekî aboriya civakî heye ku bi kooperatîfan xwe birêxistin dike, erdên rejîma Baesê û erdên Baesiyên dever terikandî ji bo vî karî jî tên bikaranîn. Ev aliyekî girîng e. Li aliyî din misogerkirina dabînkirina pêdiviyên sereke yên zad û qût hene. Li aliyî din jî tişta ku jêre aboriya vekirî tê gotin heye. Ev aborî hewcedariya Rojava bi veberhînanên ji derve nîşan dide ku para bêhtir jî dixwaze veberhênerên civaka Kurd ber bi xwe bikişîne. Bi ya min şaredariyên li Bakurî Kurdistanê jî dikarin di vir de bi dewreke girîng rabin. Ji vê û wêde bi ya min hewcedariya Rojava di dema dirêj de bi veberhênanên kapîtalîst jî heye. Li vir pirsgirêk ev e, çawa veberhînan dikarin werin kirin ji derve ve, û di heman demê de kontrola demokratîk bi destê welatiyên deverê were misogerkirin?” 


LUQMAN GULDIVÊ