Jina bi navê Elfo Urper a 78 salî ya ku di 13'yê tebaxa 2005'an de ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve rastî 12 salî û 6 mehan cezayê girtîgehê hate û wê demê bi gotina "We îdam daba baştir bû" bertek nîşanî dadgehê dan 7 salin di girtîgehê de ye. Urper a 78 salî di nasnameyê de temenê wê 54 salî tê dîtin. Di rûnşitinê de dadgehê daxwaza tesbîta parêzer a hestî ji aliyê dadgehê ve hate redkirin. Li gorî agahiyên nasnameyê Urper ji kurê xwe 10 salan biçûk tê dîtin û li gel vê yekê hêj serlêdana wê ya tesbîta hestî nehatiye dayîn. Elfo Urper, 7 sale di girtîgehê de ye. Urper, bi nexweşiyên tansyona, heliyana hestî, romatîzma û girtina demarê re têkoşînê dike. Elfo Urper ji ber îdîaya "Endama rêxistinê ye" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê girt û ji ber "Ji rêxistinê re çek peyda kirin" jî 10 sal ceza girtin. Urper, ji ber sekna baş a di rûniştina de cezayê wê daxistin 12 sal û 6 mehan. Elfo Urper li bendê ye ku bersiva serlêdana tesbîta hestî ya rast bê dayîn e.
Elfo Urper têkildarî rewşa xwe ji Nûçegihana DÎHA'yê Gulsen Aslan a di heman girtîgehê de girtî re axivî û wiha got: " "Ez dixwazim li malê li cem zarokên xwe jiyana xwe ji dest bidim."
DÎHA/ÊLIH