‘Ji rewşê em berpirsyar in’
Li ser pirsa zehmetiyên tu pêre rû bi rû dima çi ne, Mamê Îbrahîm destnîşankir ku wî ji xwe pirsyar kiriye gelo çima zimanê Firansiyan, Ereb û Tirkan baş e û yê Kurdan lawaz e û got: “Hemû kesên din bi zimanê xwe dizanin bixwînin û binivisînin, Em nizanin zimanê xwe, wê demê em berpirsyar in ku zimanê me lawaz e. Eger nifşên me yên pêş xwe fêrî zimanê xwe kiribana, me jî xwe fêr kiriba wê demê me dê baş bi zimanê xwe bixwenda û îro zarokên Kurdan jî zehmetî ne dikşanin û dê bi hêsanî fêrî zimanê xwe bibana. Me ji zimanê xwe re tiştek ne kiriye.”
Mamê Îbrahîm piştî ku nas kir ku ziman ji ber wan lawaz e û dît ku nifşên Kurdan ên nû li benda tu kesî namînin, wî jî xwest ku xwe fêrî zimên bike û li ser vî esasî tevlî dewreyan bû û xwe fêrî zimanê dayîka xwe kir.
‘Min zehmetî nekişand’
Derbarê zehmetiyên temen de Mamê Îbrahîm got ku wî tu zehmetî di perwerdeyê de nekişand û da zanîn ku Xweda jî pêre alîkar bû ku di vî temenî de fêrî zimanê xwe bibe. Mamê Îbrahîm dibêje ku wî îsbat kiriye ku teman nabe zehmetî li pêşiya perwerdeya bi Kurdî û bang li hemû Kurdan kir ku xwe fêrî zimanê Kurdî bikin û di pêşxistina ziman de cihê xwe bigirin.
Mamê Îbrahîm derbarê ezmûnên xwe de dibêje wî qebûl nekiriye ku bê ezmûn bawername bistîne û got: “Min ji mamosteyên xwe re got ez divê alîkariyê bi min re nekirin û ezmûna min wekî yên din pêk bîne û ji min re bibêjin da ku ez bixwînim û binivîsim. Mamosteyên min ezmûn ji min re çêkirin û ez bi ser ketim.”
Mamê Îbrahîm got ku piştî perwerdeya zimanê Kurdî ew êdî bi Kurdî dixwîne dinivsîne û got: “Dema ku ez pirtûkekê dibînin ez dizanim ya çi ye, ez nûçeyan li ser ekranê televizyonê jî dixwînim. Xwezî ji zûv fêrî zimanê xwe bûma.”
HESEKÊ