
Li gundê Delibabê li gorî ku bi devkî hatiye gotin Kurd û Ermenî bi hev re jiyane û 1914’an de her du civak jî bi hev re hatine tunekirin.
Li gundê Delibabê yê Xorasana Erzoromê gundiya ku nexwast navê wê bê zanîn li ser gorên Ermeniyan got: ”Li gorî ku tê gotin Elewî piştî ji Xorasana Îranê hatine sirgûnkirin an jî hatine koç kirin û piştre li gundê Delibabê hatine bicîhkirin. Hetanî 1914’an Kurd û Ermenî li vî gundî bi hev re jiyan e. Piştî qetlîama mezin ya Ermeniyan çi hat serê wan nediyar e. Tu kesekî negot ku em neviyê Ermenîyane. Piştî ku ermenî hatin tunekirin Kurdên şafî li vir hatin bicîhkirin. Wan Kurdan jî dem bi dem cihê xwe guherandine. Lê dîroka wî gundî tu kes tam nizane.”
‘Gorên Ermeniyan tên texrîbkirin’
Gundiya ji Delibabê axaftina xwe berdewam kir: ”Kurdên ku ketine wî gundî tirbê Misilmanan parastin ji boyî wan ew der cihekî pîroz e. Li nava sînorê Delibabê dêreke Ermeniyan hebû ku ji aliyê gundiyan ve hatiye hilweşandin û hatiye xerakirin Gorên wan bi hinceta ku zêrê xwe di wan de veşartine hatine vedan û hatine texrîpkirin. Gundiyên ku xaniyên wan nezikî goran e ji bo ku avahiyên nû çêbikin bi kepçeyan gellek gor xerakirine. Gundiyên din jî li ber vê bêdeng mane.”
Navê gund guherandine
Navê vî gundî Delibab e. Piştî qetlîama Ermeniyan ji ber ku turbeya misilmanan li vir heye navê gund guherandine û kirine ‘Velîbaba’. Piştre navê gund careke din guherandin û kirin ‘Aras’. Şêniyên wî gûndî jî hemû Kurdên Şafî ne.
Rastiyê vedişêrin
Jina gundî ya ku navê xwe neda bi lêv kir ku ne tenê ev turbe heye ji xeynî wê li Xorasanê jî gellek turbe hene. Wekî mînak turbên bi navê “Emînbaba, Xorasanbaba, Hasanbaba” hene. Ev gorên ku bahsa wan tê kirin jî li gorî ku hatiye gotin yên Kurdên ku tê gotin pişîtî Peymana Qesra Şêrîn Kurdên ku serî hildane û li vêderê hatine bicihkirin in.
ERZIROM