Navenda Çand û Hunerê ya Minbic û Gundewarên Wê dest bi projeyeke perwerdeyê kir ku pê komeke muzîkê ya stranan wê ava bike. Bernameya perwerdeyê sere vê mehê dest pê kiribû. Heftane dersên muzîkê tên dayîn.

Hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê, Omer Mehmûd diyar kir ku navend pêşwaziya her kesî dike ya/yê ku dixwazin navên xwe tomar bikin.

Li ser planên paşerojê yên nêz, Mehmûd got, ew hewl didin dewreyên wênexêziyê, dîlan, stran, şano û fêrkirina alavên muzîkê vekin. Ev yek jî dê piştî bidawîbûna ezmûnên xwendinê pêk bê, da ku rê li pêşiya her kesî vebe ku navên xwe tomar bikin.

Omer Mehmûd li ser projeya destpêkirina koma muzîkê ya stranan axivî û diyar kir ku ew ê nûnertiya bajarê Minbicê bike û hemû çandên bajêr hembêz bike.

 

ANHA / MINBIC