Di çarçoveya çalakiyên salvegera duyemîn a rizgarkirina Minbicê de, Yekitiya Rewşenbîran navendeke xwe li bajêr vekir, her wiha Komîteya Çand û Huner jî pirûkxaneyeke navendî vekir.
Merasîma vekirinê, bi beşdariya endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û şandeyên ji herêmên Bakurê Sûriyeyê pêk hat.
Endamê Yekitiya Rewşenbîran, Ehmed El-Yûsif got, vekirina pirtûkxane û navenda rewşenbîran erka wan e da ku zanebûnê di nava gel de belav bike û ew bibe cihê hemû rewşenbîran.
Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Mihemed Xêr El-Şêxo jî salvegera rizgarkirina Minbicê li hemû beşdaran pîroz kir.
Mihemed Qeberdayî bi navê Rêveberiya Komîteya Çand û Huner a Minbicê got, hemû rewşenbîrên Minbicê wê cihê xwe li vê navendê bigirin û ev gaveke erênî ye.
Piştî axaftinan, helbest jî hatin xwendin, paşê deriyê Navenda Yekitiya Rewşenbîran û pirtûkxaneya navendî bi navê Mihemed Menla Xezîl hatin vekirin.
ANHA/MINBIC