Li Minbicê 250 dibistan hatine vekirin û 67 hezar şagirt bi derfetên kêm dixwînin.

Piştî sê salan, hêviya xwendine li gel zarokên Minbicê geş bû. Zarokên Minbicê di her sê salên ku çeteyên DAIŞ`ê xaka wan dagirkirî de ji xwendine mehrûm man. Çawa Minbic hate rizgarkirin Meclîsa Sivîl a Minbicê girîngî da vekirina dibistanan û dilê zarokan şa kir.

250 dibistan û 67 hezar şagirt

Komîteya perwerdeyê  ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Minbicê 4`ê Îlonê ji 400 dibistanên herêmê 250 dibistan ên seretayî, navîn û amadehî vekirin. Niha li 250 dibistanan 67 hezar şagirt dixwînin.

Ji 250 dibistanan 35 li bajarê Minbicê vebûne û yên dîtir li gundên derdorê ne. 7 dibistan jî ji aliyê çeteyan ve bi temamî hatine rûxandin.

Di vekirina van dibistanan de mamosteyên Minbicê jî bûn alîkar û niha 3 hezar mamoste li van dibistanan dersan didin.

Pêdiviya dibistanan 1 bi 500 hezar meteryalî heye

Ji bo şagirt ji xwendine mehrûm nemînin mamosteyên hinek dibistanan li ser meteryalên kevin ders dan şagirtan. Hinek dibistan jî meteryalên xwendine nînin û mamoste nikarin dersan bidin. Ji bo hemû dibistan çalak bibin û şagirt xwendina xwe bikin, pêdivî bi 500 hezar meteryalî heye.

Dersa zimanê Kurdî

Şêniyên gundê El-Eseliyê, El-Mihsine û El-Midne yên rojavayê Minbicê bang li komîteya perwerdê kirin ku dersa fêrbûyîna zimanê Kurdî li dibistanan were dayîn. Komîteya Perwerdeyê li ser vê bangê ji bo dibistanên her 3`ê gundan du mamosteyên zimanê Kurdî erkdarkirin.

Komîteya Perwerde anî ziman ku dibistanên bajarê Minbicê û yên gundên dîtir jî ji wan xwestine kudersên zimanê kurdî werin dayîn. Komîteyê da zanîn ku ew dest bi amadekariyan dikin da ku destpêka 2017`an dersa zimanê Kurdî li hemû dibistanan bidin.

DAIŞ´ê dibistan saxlem nehiştine

Çeteyên DAIŞ`ê dibistanên Minbicê saxlem nehiştine û derfetên Komîteya Perwerde tinene ku dibistanan sererast bike. Niha zarok li ber serma û seqemê dixwînin. Li hinek dibistanan jî nêzî 100 zarokî di sinifekê de dixwînin ji ber ku dîwar di navbera odeyan de hatine rûxandin û ji ber kêmbûyîna maseyan hinek zarok, neçarin ku li erdê rûnin.

Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Minbicê, Sîham Berkel bang li hemû aliyên peywendîdar û rêxistinan kir ku alîkariyê bidin dibistanên Minbicê da ku zarok piştî 3 salan bi rehetî bixwînin.


ŞÎLAN MIHEMED / ANHA / MINBIC