Akademiya Şehîd Ismaîl Musa Ebû Hesen a perwerdeya bîrdozî bi beşdariya hemû pêkhateyên bajarê Minbicê dest bi dewreya duyemîn kir.

Dewre bi navê Şehîd Botan Tirkmen bi beşdariyê xebatkar û rêveberên nû hat vekirin. Xala balkêş di vê dewreyê de ew e ku hemû pêkhateyên Minbicê yên Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkes′ beşdarî dewreyê bûn. Dersên li ser dîroka Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê û Neteweya Demokratîk wê di dewreyê de bêne dayîn.

Dewre wê heta 27′ê Kanûnê bidome. Yek ji beşdaran Semîra Mihemed hêvî kir ku gelek tiştan ji vê dewreyê fêr bibin û sûdê wergire.

Soreya Ishaq ku bi eslê xwe çerkez e bang li ciwanên Minbicê dike ku beşdarî perwerdeyan bibin û hestên xwe wiha anîn ziman: ″Ez bi tevlîbûna hemû pêkhateyên Minbicê pirr kêfxweş im.″

Akademiya Şehîd Ismaîl Musa Ebû Hesen di 19′ê Mijdarê de hat vekirin. Dewreya yekem di 20′ê Mijdarê de hat vekirin. Şehîd Botan Tirkmen ku dewre li ser navê wî hatiye lêkirin, Fermandarê Giştî yê Tugaya Şoreşgerên Minbicê bû û di hemleya rizgarkirina Minbicê de jiyanan xwe ji dest da.

 ANHA / MINBIC