Operasyona Feysel Ebû Leyla a Rizgarkirina Minbicê bi rizgarkirina gundewarên li dora Minbicê û kontrola eskerî a li ser bajêr dewam dike. Berdevkê Meclîsa Eskerî ya Minbicê, Şervan Dewrêş diyar kir ku ew ê li ser şopa Fermandar Ebû Leyla Minbicê di demek nêz de bi temamî rizgar bikin û xewn û xeyalên wî yên azadiyê pêk bînin.
Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Dewrêş der barê rewşa dawî ya operasyona rigarkirina Minbicê de got, Minbic wê bibe mînak ji bo Sûriyeyeke azad ku xewna hemû gelên li Sûriyeyê ye.
Minbic di warê eskerî de hat kontrolkirin
Şervan Dewrêş bal kişand ser girîngiya destpêkirina operasyonê û weha pêde çû: “Ji Qerexozatê heta cihê ku em bigihêjinê me 30 km derbas kiriye. Bi vî awayî bi dehan gund hatine rizgarkirin. Gundên ku di navberê de mabûn niha ew tên paqijkirin.”
Dewrêş da zanîn ku dor li Minbic bi temamaî hatiye girtin û got: “Ez dikarim bi fermî ragihênim ku di warê leşkerî de êdî Minbic di bin kontrola hêzên me de ye. Tenê ji bo ku em ziyanê nedin sivîlan, em bi hişyarî û dîqeteke mezin tev digerin. ”
Jiyan û ewlekariya xelkê sivîl
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku ji bo wan ya herî girîng jiyan û ewlekariya xelkê sivîl û weha axivî: “Di vê pêngavê de herî zêde çeteyên ku tengav bûne, dixwestin bi komên xwe yên biçûk û teqandina wesayîtên bombebarkirî bipêşveçûna me bidin sekinadin. Her weha gelek mayîn jî li eraziyê li dûv xwe hiştine. Lê belê bi hişyariya şervanên me ev yek jî hat pûçkirin.”
Der barê pêkhateyên ku tevlî Operasyonê jî bûne Şervan Dewrêş got: “Piraniya pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, xelkê Minbicê bi xwe ne. Beşdarî berxwedana Kobanê jî bûne. Xelkê Minbicê bi îrade û ezmûnên berê tevlî vê pêngavê bûne.”
Ciwanên Minbicê, Minbicê rizgar dikin
Di dawiya axaftinên xwe de Dewrêş da zanîn ku piştî rizgarkirinê wê hemû pêkhateyên Minbicê bi hev re jiyaneke nû biafirîn in û weha axivî: “Minbic wê bibe mînakek ji bo Sûriyeyeke azad ku xewna hemû gelên li Sûriyeyê ye. Hêvî û daxwaza her kesî jî ew e ku Sûriyeyeke demokratîk û azad hebe ku hemû netewe bikarin bi îradeya xwe ya azad lê bijîn. Xwîna ciwanên Minbicê wê azadiyê li Minbicê şîn bike. Ev yek hêviya şehîd fermandar Feysel Ebû Leyla bû. Em ê li ser şopa wî, hêvî û xeyalên wî li bajarê Minbicê pêk bînin.”
Operasyon bi pêş dikeve
Li aliyê din di çarçoveya operasyonê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 2 gundên din ji çeteyên DAIŞ‘ê paqij kirin.
Şervanan gundên Cib El-Sewr û Mişêrfa Biwêr ên 6 kîlometreyan li bakurrojavayê Minbicê ne, rizgar kirin. Di şerê li vir de 29 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Ji aliyê bakurrojava ve jî bi tenê 6 kîlometre ma ye ku şervan xwe bigihînin Minbicê.
MINBIC
Bila gundiyên herêmên rizgarkirî vegerin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê çû serdana gundên Minbicê yên nû hatine rizgarkirin û ji şêniyên herêmê yên koçber xwest ku vegerin malên xwe.
Ji fermandarên operesyona ‘Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ‘ ya rizgarkirina Minbicê, Fermandarê Tabûrên Şems El-Şemal Mihemed Ebû Adil û Fermandarê Tugeya Cund El-Heremên Ibrahîm El-Benawî tevî gelek şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mibicê çûn serdana gundên Um El-Rûs û Ebû Qelqel yên Minbicê ku di çarçoveya operesyonê de hatibûn rizgarkirin.
Di serdanê de, gundiyan pêkutiya çeteyan li dijî wan ji şervanên Meclîsa leşkerî ya Minbicê re vegot. Her wiha gundiyan pêdiviyên xwe jî anîn ziman.
Fermadaran ji aliyê xwe ve bang li şêniyên van gundan kir da ku vegerin malên xwe û gundên xwe biparêzin. Her wiha soz dan ku pêdiviyên welatiyan bi cih bînin.