Gelê Minbicê doh ji bo şermezarkirina hewla dagirkeriya dewleta Tirk daket meydanan. Di mîtîngê de fermadarê eskerî Îbrahîm El-Benawî axivî û got, ew ê ti carî derfetê nedin ku Tirkiye destwerdana Minbicê bike.
Bi hezaran şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê bi dirûşma “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê nûneriya îradeya gel dike” tev li xwepêşandê bûn. Her wiha bi hezaran şêniyên Tebqa û Reqa jî tev li xwepêşandanê bûn.
Ew ê bibin mertalên bajarê xwe
Di xwepêşandanê de cîgirê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Benawî peyivî. Îbrahîm El-Benawî got, Meclisa Leşkerî ya Minbicê wê mertalê bajarê xwe be û ew ê ti carî derfetê nedin ku Tirkiye destwerdana Minbicê bike.
Heta dilopa xwînê ya dawiyê destekkirina Meclîsa Leşkerî
Her wiha bi navê eşîrên Minbicê, Îbrahîm Şelaş ev tişt anî ziman: “Em destwerdana Tirkiyeyê ji xaka Sûriyê bi temamî şermezar dikin. Em ti carî derfetê nadin dagirkeriya Tirkiyê ku bihustek ji xaka me dagir bike. Em wek gelê Minbicê heta dilopa xwîna me ya dawiyê ewm ê destekê bidin Meclisa Leşkerî ya Minbicê.”
Li ser navê Rêveberiya Herêma Dêrazorê Xelef El-Esed axivî û diyar kir ku ew wekî şêniyên Dêra Zorê amade ne li dijî hemû êrişên ku yekitiya gelê herêmê hedef digirin derkevin û wiha axivî: “Em ê li dijî hemû xeterên aramiya herêmên me binpê dikin, derkevin.”
ANHA/MINBIC