
Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşê xwe yên li ser Rojava dijwar dike. Nexasim jî çeteyên dewleta Tirk berê xwe didin Minbicê û hewl didin gund û gundikên li Rojavayê bajêr dagir bikin. Li hemberî kirinên çete û dewleta Tirk Meclîsa Leşkerî ya Micbicê jî bersivên tund dide êrîşkaran.
Nûçegihanên ajansa Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker gundê Olaşlê yê dikeve 29 kîlometreyan rojavayê bajarê Minbicê topbaran dike. Topbaran doh saet di 13.00`an de bi 5 fuzeyên “Kantyûşa”pêk hat. Di encamê de ziyanên madî gihîştîn mal û milkên sivîlan. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundên rojavayî Minbicê têk birin. Ji ber vê yekê Arêtşa Tirk dest bi topbaranê kiriye.
Panzêrek desteser kirin
Di êrîşên li dora gundên Gorhiyok, Xalîde û Olaşlî de ku dikevin 27 kîlometreyan rojavayê bajarê Minbicê Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê demildest berisva êrîşan dan û li herêmê şerekî dijwar rû da. Di encama bersivdayîna şervanan de, êrîşa artêşa dagirker û çeteyên wê hate şikandin, 12 çete hatin kuştin û 30 birîndar bûn. Ji van kuştiyan termên hinekan di destê şervanên Minbicê de ne.
Di heman şerî de şervanên Minbicê 2 panzêrên Arêtşa Tirk ku li herêmê navê Tubişk li wan tê kirin derbe kirin û Panzêrek ji cureya BMB ket destê şervanan. Her wiha tê ragihandin ku niha li herêmê bêdengiyek heye.
Êrîşên DAIŞ’ê jî didomin
Li aliyekî din jî şervanên Meclîsê êrîşên çeteyên DAIŞ′ê ên li ser gundên Misterîha û Cedîde yên 20 km dikevin başûrê bajarê Minbicê, şikandin.
Çavkaniyekê ji Meclîsê ragihand ku di pevçûnan de 12 çeteyên DAIŞ′ê hatin kûştn û cenazeyên çeteyan ketin destê şervanan.
Koalisyona navneteweyî jî li bakur û rojavayê Minbicê li dijî çeteyên DAIŞ′ê, hêzên xwe belav dike.
Meclîsa Leşkerî daxuyanî da
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundê wê diyar kir ku bi Rûsiya re itîfaq kirine ku gundên Rojavayê Minbicê yên di navbera wan û Artêşa Tirk û çeteyên wê (Diri El-Firat) de ne radestî parazvanên sînor ên girêdayî dewleta Sûriyê bikin.
Têkildarî mijarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundê wê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi Rûsiya re itîfaq kiriye.
Ji parastina sivîlan
Daxuyanî wiha ye: ʺBi armanca parstina sivîlan û dûrxistina wan ji wêraniya şer û êşên ji ber derdikevin, her wiha bi armanca parstina ewlekariya bajarê Minbicê û gundê wê, ji bo niyet û pîlanên dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze herimên din ji Sûriyê dagir bikin, vala werin derxistin.
Me berê jî soz dabû ku em bi hemû derfetên xwe ji bo berjewendî û ewlekdariya gelê me û xizmên me yên Minbicê, em wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundê wê radighînin ku me bi Rûsiya re itîfaq kiriye ku em ê gundên rojavayê Minbicê yên di xeta di navbera me û çeteyên Diri El-Firat ku nêzî Babê ne teslîmî hêzên parastina sînorê ên girêdayî Dewleta Sûriyê bikin. Ew dê erka parsitna xeta di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mibicê û herêmên di bin destê Arêtşa Tirk û çeteyên Diri El-Firat de bikin.
Bernameya kirîn û firotinê
Meclîsa Zagonsaz- Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê bernameya xwe ya kirîn û firotina mal û milkên giştî derxistin.
Meclîsa Zagonsaz-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê di civîna xwe ya pêr ku li Mala Jinê hate lidarxistin, gihîştin biryaran. Ji bo bername têkeve meriyetê dê Meclîsa Zagonsaz-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi hev re bixebitin.
Cîgira Meclîsa Zagonsaz a bajarê Minbicê û gundewarên wê Emel Bozkîc da zanîn ku ew ji bo berjewendiyên giştî û şert û mercên ku bajar tê re derbas dibin ev bername derxistine.
Her wiha Emel Bozkîc got ku hinek keyîsbaz mal û mulkên ku DAIŞ`ê li Minbicê desteser kiribûn, didizin û dibin derveyî Minbicê difroşin. Ji ber vê yekê ji bo derî li pêşiya van keyîsbazan were girtin, bername derxistine.
Banga alîkariyê
Emel Bozkîc di nava gotinên xwe de bang li hemû welatiyan kir ku di mijara mal û mulkên giştî yên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibûn desteser kirin û niha keyîsbazî li ser tê kirin agahî bidin û got: ʺEv mal û milk ji aliyê kî ve hatibe firotin, kîrîn an jî desteserkirin, nayê qebûlkirin û ne derbasdar e. Buroyên kirîn û firotina malan jî bê belgeya erekirina Buroya Dadê ya girêdayî Meclîsa Dada Civakî ya Minbicê, dê nikarbe malan bikre yan jî bifroşe. ʺ
Li gel êrîşan jiyana rojane
Her çi êrîş li ser gundê Minbicê bên kirin jî li bajêr jiyana rojane bi tînegermiya xwe didome. Ji bo nêzîkbûna 8’ê Adarê jinên ciwan amadekariyên 8‘ê Adarê hatine destpêkirin. Di vê çarçoveyê de, jinên ciwan 3 hezar belavokên derbarê wateya 8‘ê Adarê û têkoşîna jinan a di şoreşê de û bangda bidestxisitna mafên wan, belav kirin.
Ciwanan her wiha pankartên bi nîvisên” Avakirina Xweseriya Demokratîk avakirina jina azad e”, “Şoreşa jin civaka azad ava dike” û “Jina azad sembola Xweseriya Demokratîk a Sûriyê û Rojhilata Navîn e” daliqandin.
Endama Tevgeraa Ciwanên Ereb a Demokratîk a Minbicê Şîraz Qoça da zanîn ku ew wek jinên ciwan ji bo azadiya jin dê têkoşîna xwe bilind bikin û destnîşan kir ku jin di hemû qadên civakê de bi taybet di warê leşkerî de û rizgarkirina Minbicê de roleke girîng lîstin.
NAVENDA NÛÇEYAN
‘Zilam her tişt nîne!’
RÊZAN MIHEMED / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Doh saet 09:30’ê li Salona Hunerî ya bajarê Silêmaniyê konferansa Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi dirûşma ‘Azadiya Jin, Jiyana Wekhev a Azad bi Fikirê Rêber Ocalan’ destpê kir. Panela yekem ku ji aliyê Endama Desteya Rêveberiya RJAK’ê Perwîn Hesen ve hat birêvebirin parlamenter Telar Letîf, Parlamentera Iraqê Sîrwe Ebdulwehîd û Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir li ser pirsgirêka siyasî, aborî û civakî guftûgo kirin.
Sîrwe Ebdulwehîd di panelê de dest nîşan kir ku beşek mezin jin û zilam ku niha di nava partiyan de kar dikin û navê wan hene tenê dest avêtine malbatên xwe. Destê tu jinên ku malbata wê di nava partiyê de neyi, negirtine û wiha pê de çû: “Di civakê de jin weke kesa duyem tê ditin. Mixabin me jî nekariye em piştgiriya hevdu bikin. Bi taybet divê piştgiriya wan jinan bikin ku di karê siyasi de cihdigirin. Tênê bahsa wê dikin ku jinekê xwe kuştiye yan xwe şewitandiye. Divê bername li ser jinên xwedî taybetmendî jî bên çêkirin û kêrhatiyên jinan derxînin holê.”
Bi fikrên Ocalan guherîn
Piştî Sîrwe Ebdulwehîd, Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir axivî û got: “Di hemû pênaseyan de zilam wekî xwediyê, pênaseya kesî, cîvakî, birêvebirin, guhertin û pêşketinê tê dîtin. Çareseriya wê yekê bi fikirên Ocalan siyasetek exlaqî û derxistina jinan ji mal. Her wiha ji bo ku em siyasetek bi îrade bikin pêwîstî bi hêza parastina cewherî heye.”
Konferans bi axaftinên beşdaran cihê bi dawîbû.