Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û gundewarên wê dewreyeke nû ji mamosteyan re vekir. Ev dewre ji bo mamosteyên biserketî û di dibistanên bajêr û gundewaran de hatin erkdarkirin e. Ev gav ji bo dewama plana komîteyê ji bo bilindkirina asta tevahiya mamosteyan li dibistanên Minbicê û gundewarê wê, hat avêtin.
Ev dewre li du navendên ji bo perwerdekirina mamosteyên nû bi rê ve çû. Navenda yekê dibistana pîşeyî ya amadehî ya li ser rêya Helebê ye. Ya din jî li Navenda Zêdan Henêzil a li ser rêya Helebê ye li rex navenda Komîteya Perwerde û Fêrkirinê.
Ev dewreya yekemîn a îsal e û 866 mamosteyên nû yên di ezmûna komîteyê de biserketî beşdarî dibin. Armanca ji dewreyê ew e ku asta mamosteyan bilind bike û piştî ezmûnên dawîn asta wan diyar bike.
Li ser mijarê çavdêrê madeya bîrkarî yê navenda perwerdeyê ya dibistana pîşeyî ya amadehî ya bajarê Minbicê, Hisên El-Hisên got: “Me ji 1`ê Îlonê ve dest bi dewreyê kiriye. Ev dewre dê di 14’ê Îlonê de, bi ezmûna diyarkirina asta mamosteyan bi dawî bibe. 866 mamoste beşdarî dewreyê bûne û dibe ku ev hejmar bighêje 876. Mamoste dersên lli ser rêbazên dersdayînê û dersên fikrî, dibînin.”
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û gundewarê wê plana xwe ji bo bilindkirina asta tevahiyan mamosteyên bajar û gundewaran, didomîne. Dibe ku dewreyeke din ji mamosteyên nû re vebe.
ANHA/MINBIC