Bajarê Minbic bi temamî ji destê çeteyên DAIŞ´ê ve hate rizgarkirin. Piştî berxwedanek mezin ya 73 rojan û tekoşînek şoreşgerî ya pispor û bi plan û pîvan, bajar û nişticihên wî ji tariya çeteyan xelas bûn û dîsa li jiyanê vegeriyan. Meclîsa sivîl ya herema Minbic ku ji 43 kesên Ereb, Kurd û Tirkman pêk tê, rêveberiya bajêr girt dest xwe. Meclîsa Minbic ya Eskerî bîlançoya şerê azadkirina heremê eşkere kir. Bi hezaran çete hatine kuştin û birîndarkirin. Ji aliyê hêzên QSD jî 264 cangorî hebûn. Ev buhayê rizgarkirina jiyana 250.000 kesî bû. Hemû cîhanê dît ku çawa kesên ji aliyê QSDê ve hatine xelaskirin, bi çi şêweyî pêşwaziya azadiyê kir. Çawa pêşwaziya xelaskerên xwe kir.

Piştî ragihandina azadkirina Minbicê ya bi temamî, dewleta Tirk û dûvikên xwe yên di nava Muxalefeta Şamê de dest bi belavkirina derew û bêbextiyan kirin. Yekser rêxsitina "Îtîlaf"ê ya girêdayî AKP´ê û ji bo xwe Cebha El-Nûsra wek baskê eskerî dibîne, dest bi kampanya reşkirinê kir. Bi riya ragihandina Ereb a nijadperest daxuyaniyên mîna "Hêzên QSD´ê avahiya nifûsa/qeydkirina welatiyan şewitandî ye" û ev yek "plane QSD´ê ya derbiderkirina Ereban diyar dike"! Bi gotineke din, vê hêza terorê ya girêdayî AKP´ê, hemû bêbextiyên berê yên ku wê li dijî YPG´ê di dema azadkirina her bajarekî ji destê DAIŞ´ê de belav dikir, careke din dubare kir. 

ENKS´ê jî ya ku di nava vê "Îtîlaf"ê de cihê xwe digire, wê jî dest bi tevliheviyan kir. Li bajarên Rojava dest bi xwepêşandanan li dijî Rêveberiya Federaliya Rojava kir. ENKS mîna Hespê Trowa dixebite. Ev "Îtîlaf" ji derve êrişan li dijî federaliyê dimeşîne, ENKS jî ji hundur ve texrîbatan dike. ENKS heqaretê li şehîdan dike û wan wek "kesên ji bo parastina Esed û rejîma wî jiyana xwe dayî" bi nav dike. Her wiha ji Raya Giştî dixwaze ku ew PYD û YPG mîna rêxistinên terorê nas bike! Ji ber vê dijminatiyê û hevkariya bi hêzên terorê re yên mîna "Îtîlaf"ê û Cebha El-Nûsra re, di rojên dawî de çend berpirsên ENKS´ê hatin binçavkirin û ji bo dadgehê hatin dewrkirin.

Em vegerin Minbicê. Li vir niha kar û xebatên vegera welatiyan ji bo mal û milkên wan bi lez tê kirin. Bajar ji mayinan tê paqijkirin. Xizmeta kesên di kampan de bi cih bûne, tê kirin. Meclîsa Bajêr a Sivîl dest bi wezîfeya xwe kiriye. Jin û ciwanên Minbicê ji bo rêxistinbûyinê amade ne. Ew jî dixwazin tevî nava tekoşîna rizgarkirin û avakirina federaliya Rojava bibin.

Hêzên QSD´ê bi şêweyekî gelekî pispor di operasyona rizgarkirina Minbicê de tevgeriyan. Beriya lidarxsitina vê oprasyonê û wek amedekarî 2 meclîs ji xelkê Minbicê di meha Nîsana 2016´an de ava bûn. Meclîsek eskerî û yek sivîl. Ev meclîs ji hemû pêkhateyên bajêr bûn. Her wiha, ew ji aliyê gel ve dihatin naskirin û qebûlkirin. Ew zarokên Minbicê bûn, loma wezîfeya azadkirinê bi ked û xebata wan gelekî hêsan bû û xweş bi rê ve çû. 

QSD jî ji bo xelasiya sivîlan yên li navenda bajêr û yên ku ji aliyê DAIŞ´ê ve mîna mertalên zindî dihatin bikaranîn, rizgarkirina navenda bajêr dereng xist. Her wiha çend caran ji bo derketina/xwevekişîna çeteyan û xelasiya sivîlan derfetên agirbestê dan. Ji bo rizgarkirina sivîlan ji dorpêçkirina çeteyan, QSD´ê gelek şehîd dan. Vî exlaqê şoreshgeriya durust bandoreke mezin li gelê Minbicê kir. Loma berpirsê meclisa eskerî ya Minbicê serketin û azadkirina bajarê Minbicê diyarî Rêberê Gelên Kurdistanê Abdulah Ocalan kir.

Ji bo rizgarkirina herema El-Babê, QSD´ê dest bi amedekariyan kir. Yekser Meclîsa Eskerî ya El-Babê hat avakirin. Ev meclîs ji komên eskerî yên vê heremê pêk tê. Di dema pêş me de operasyona rizgarkirna herema El Babê wê dest pê bike. Eger ev herem bête rizarkirin, Cerablus wê bête dorpêçkirin û rê ji bo azadkirina herema Şehbayê tam vebe. Jixwe, tenê Izaz di navbera Efrîn û Kobanê de dimîne. Girêdana Efrîn bi Kobanê wek stratejî, karê herî sereke yê QSD´ê ye.

Federaliya Bakurê Sûriye-Rojava her ku diçe bi gewde dibe. Hêzên QSD´ê jî berfireh dibin û ji bo Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê bûne hevkarê herî sereke û bi bandor. Neyarên doza Rojava mîna dewleta Tirk û dûvikên wê "Îtîlaf" û ENKS têk çûne. Mîna Marê ku tu darekî li serê wî bidî, gêj bûne û ji kîna dilê xwe bi xwe vedidin!