ŞÎLAN MIHEMED/KAMÎRAN XOCE / ANHA/MINBIC


Şêniyên Minbicê di nava salekê de bajarê xwe ji hemû şopên çeteyên DAIŞ`ê paqij kirin. Piştî hemleya rizgarkirine dest bi hemleya avakirinê kirin. Minbica azad niha ji hezaran koçberan re mazûvaniyê dike.

Hemleya rizgarkirina Minbicê ji aliyê leşkerî û polîtîk ve xwedî girîngiyeke mezin bû. Meclîsa Sivîl û Leşkerî yên Minbicê bi vî şerê dijwar re hevdû temam dikirin û xwe di aliyê leşkerî û rêxistinî de bi pêşxistin. Gava yekemîn berî ku hemleya Şehîd Feysel Ebû Leyla dest pê bike, Meclîsa Sivîl a Minbic hat avakirin.

Meclîsa Sivîl a Minbicê di 5`ê Nîsana 2016`an ango berî ku hemleya rizgarkirina Minbicê dest pê bike, hat avakirin.

Piştî ku hemleya rizgarkirina Minbicê dest pê kir derfetên Meclîsa Sivîl a rêxistinkirina şêniyên herêma Minbicê zêdetir bûn. Gundên ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rizgar dikirin, ji aliyê Meclîsa Sivîl ve dihatin birêxistin kirin û li wan gundan meclîs dihatin avakirin.

Yek ji xebatên girîng ku Meclîsa Sivîl bi rê ve bir pêşwazîkirina koçberan bû. Meclîsa Sivîl û ya Leşkerî yên Minbicê ji bo bikaribin sivîlan rizgar bikin, bigihînin cihên bi ewle û pêdiviyên wan pêkbînin, bi hev re di nava têkiliyekê de bûn. Gund çawa dihatin rizgarkirin, Meclîsa Sivîl a Minbicê xwecihiyên wan gundan vedigerandin gundên wan û ew di mijara ewlekarî û xizmetguzarî de bi avakirina meclîsan re, birêxistin dikirin.


Piştî rizgarkirinê

Meclîsa Sivîl a Minbicê ku ji 43 kesan pêk dihat bi rizgarkirina herêma Minbicê re xebatên xwe berfirehtir kirin. Meclîsên tax avakirin, kolan û taxên bajar ji şopên şer paqij kirin. Her wiha di demeke kin de 403 meclîs li gund û bajarê Minbicê ava kirin.


Rêveberiya Sivîl hat avakirin

Piştî 8 meh li ser avakirina Meclîsa Sivîl a Minbicê re derbas bûn û herêma Minbicê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê hat rizgarkirin, pêdivî hat dîtin ku hejmara endamên Meclîsa Sivil a Minbicê zêde bibin û ji hemû pêkhateyên Minbicê ciyê xwe di nava Meclîsê de bigirin.

Ji bo ev gav were avêtin Meclîsa Sivîl a Minbicê 28`ê Çileya 2017`an civîneke berfereh li dar xist. Di civînê de hejmara Meclîsê  bû 132 kes û Meclîsa Zagonsaz hat avakirin ku hemû pêkhateyên herêmê cihe xwe di nav de digirtin.


Xeyalên zarokan 

3 salan zarok û ciwanên herêma Minbicê ji dibistanên xwe mehrûm man. Çeteyên DAIŞ`ê dibistanên wan veguhestin navendên xwe yên şer. Dibistan hatibûn tarûmarkirin. Rengê ref û dîwarên dibistanan di nava xakê û dûmana çekan de wenda bibûn. Guleyên ku li şervan û sivîlên Minbicê diketin, ji kunên dîwarên dibistanan diteqiyan. Êdî dawî li xeyalên zarokan hatibû ku rojekê vegerin dibistanên xwe.

Piştî rizgarkirina herêma Minbic ji çeteyên DAIŞ`ê ew xeyal ji nû ve hat avakirin û Komîteya Perwerde ya girêdayî Meclîsa Rêveber bi alîkariya mamosteyan lez da sererastkirin û vekirina dibistanan. Ji 400 dibistanan 250 dibistan hatin sererastkirin û vekirin. 35 dibistan li bajar û yên dîtir jî li gundan hatin vekirin. 7 dibistan li bajarê Minbicê bi temamî ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn rûxandin.


3 hezar mamoste 67 hezar şagirt

Piştî ku amadekariya dibistanan hat kirin 3 hezar mamosteyên Minbic xwe dan ber xebatên pewerdê û 4`ê Îlonê 67 hezar şagirtan çentê xwe dan pişta xwe û berê xwe dan dibistanên xwe.


Pêla koçberan li azadiyê venişt

Ji herêma Bab, El-Xefse, Dêr Hafir, Meskene, Reqa û Tebqayê bi hezaran koçber ji aliyê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê ve hat pêşwazîkirin. Ji bo koçberan du kamp; yek li aliyê rojava û ya din li aliyê rojhilatê Minbicê hatin avakirin. Rêveberiyê bi alîkariya sazî û şêniyên herêmê ket nava tevgerê û hewlda ku ji wan koçberan re bibin alîkar. Mal bi mal geriyan û nivîn û xwarin ji koçberan re kom kirin.