Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê Ednan Ebû Emced got ku divê dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Minbicê rawestîne û wiha axivî: ″Em ê şerê li hember terorê bidomînin û bajarê Minbicê li hember êrîşan biparêzin.″

Ebû Emced da zanîn ku hejmara şervanên Meclîsê roj bi roj zêde dibe. Her wiha destnîşan kir ku ew bi hevkariya hêzên koalisyona navneteweyî re, şerê çeteyên DAIŞ′ê dikin û got: ″Hejmara şervanên Meclîs 4 hezar derbas kiriye. Ew dikarin bajarê Minbicê li hember êrîşên dijmin biparêzin.″ Ednan Ebû Emced anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bêyî ku ti hincetan nîşan bidin, êrîşî gundên Minbicê dikin û wiha pê de çû: ″Hêzên me axa xwe li hember êrîşên dijmin diparêzin. Minbic di bin ewlekariya şervanên Meclîsê de bû bajarê aştiyê.″

Fermandar Ednan Ebû Emced da xuyakirin ku dê hêzên wan şerê li hember terorê bidomînin û herêmên xwe biparêzin. 


 MİNBİC