Metîn Dogrûkartal ji zaroktiya xwe ve ji kevirên nerm figuran çêdike. Niha li atolyeya xwe ya li bin banê şaredariyê de mînyatûrên şûnwarên Qersê çêdike.

Dogrûkartal çêkirina mînyatûran fêrî xelkê jî dike, li aliyê din li cem penîr û hingivê Qersê van bîbloyan jî datîne. Bi ser de jî kara tê kirin ji kaseya şaredariyê re diçe.

Metîn Dogrûkartal di zarokatiya xwe de bi kevirên nerm hin fîgur çêkirine û niha bîbloyên minyaturî yên cihwarên dîrokî yên Qersê çêdike.

Metîn Dogrûkartal 54 salî ye. Di dema şivantiya xwe de bi keviran hin fîgur çêkirine, niha minyaturên cihwarên dîrokî yên Qersê çêdike. Dogrûkartal, di bin banê Şaredariya Qersê de di atolyeyekê de karê xwe dike û bîbloyên minyaturî yên cihwarên dîrokî yên wekî pira kevirî ya dîrokî, Dêra 12 Hewariyan, Mizgefta Ewliya, Koşka Katarîneyê û Xirbeyên Aniyê çêdike.

Dogrûkarta dibêje, “Gava diçûm dibistana destpêkê, min pir hez ji xêzkirina resman dikir. Her wiha min xelat jî wergirtin. Piştî dibistana seretayî ji ber rewşa aborî min hew karibû bixwîne. Gava min şivantî dikir, min kevirên nerm berhev dikirin û li ber malê lod dikirin. Lê min guh neda wan. Min ji xwe re kir armanc û min çêkir.”

Hînî mirovan dike 

Dogrûkartal, diyar kir ku ji çêkirina bîbloyên minyatur pir hez dike û niha hînî mirovan jî dike: “Karê xwe bi kêfxweşî dikim. Dixwazim elaqeya mirovan jî çêbe. Çimkî heta niha li Qersê hunerê bîbloyên minyatur tinebû. Cara ewil e, ez çêdikim. Me li Qersê kêmaniya di warê turîzmê de dît. Penîr û hingivê Qersê navdar in. Turîstên dihatin jî tenê penêr û hungiv dikirîn. Me bîblo jî danîn cem wan.”

Ji bo budceya şaredariyê jî baş e

Dogrûkartal, anî ziman ku wî heta niha mînyaturên Keleha Qersê, pira kevirî ya dîrokî, Dêra 12 Hewariyan, Mizgefta Evliya, Koşka Katarîne, Xirbeyên Aniyê û gelekên din çêkirine. Derameta ji van minyaturan bi dest dikeve daxilî nav budçeya şaredariyê tê kirin.

 

MA/QERS