FADIL DONMA/HANNOVER Mûsa Sevgat ê bi kanserê ketî, dibêje, "Ez doza azadiya gelê xwe dikim", fikara xwe îfade dike ku ew ê muhtemelen encamên hilbijartinên 24´ê Hezîranê nebîne, û wiha dipeyive, "Lê êdî qet nebe, dilê min rehet e." Mûsa Sevgat bi eslê xwe ji gundê Wêranşarê Bozikê ye. Ew li bajarê Elmanyayê Celle dijî. Sevgat bi teşxîsa kansêra bi pêşketî, êdî destê xwe ji jiyanê birrî ye; doktor texmîn dikin ku herî zêde meheke din jî karibe bijî. Bi wî halê xwe jî çû ser sindoqa li Hannoverê û dengê xwe da. Mûsa sevgat, ji ber ku tenê êdî rojek maye ji bo dengdanê bang li hilbijêran kir ku “Her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bide.” Mûsa Sevgatê 48 salî, di serdana xwe ya herî dawî ya doktor de, pê hisiya ku temenê wî zêde nemaye û nexweşiya wî di qonaxa dawî de ye. Sevgat jî xwe bi vî halê xwe gihand xebatkarên koordînasyona hilbijartinan a HDP´ê û got, “Ez dixwazim dengê xwe bidim. Ji bo azadiya gelê xwe dixwazim dengê xwe bidim.” Bi dermanên giran ên êşbiriyê, hedana Mûsa Sevgat dibe. Xebatkarên HDP´ê Sevgat ji mala wî bi wesaîtekê birin navenda hilbijartinê a li Hannoverê; ji ber nexweşiyê û dermanên giran ên distîne, di rê de jî Sevgat gelekî êşiya. Ji ber van êşên xwe jî, tevî ku kursiyekî bi çerx ê nexweşan jî jê re anîn, Mûsa Sevgat nikarî li ser kursî rûne; dîsa jî bi kelecaneke mezin heta ku karîbû, heta bi cihê dengdanê meşiya. Li wir jî dengê xwe bi tena serê xwe da. Mûsa Sevgat piştî ku dengê xwe da, bextewer û bi kêf bû, dengdayînê morala wî bilind kiribû. ‘Ez doza azadiya gelê xwe dikim’ Li ser rêya vegerê jî kelecana dengdayînê bi Mûsa Sevgat re hebû. Sevgat ê dibêje, “Ez doza azadiya gelê xwe dikim”, fikara xwe îfade dike ku ew ê muhtemelen encamên hilbijartinên 24´ê Hezîranê nebîne, û wiha dipeyive, “lê êdî qet nebe, dilê min rehet e.” Mûsa Sevgat bangê li her kesî dike û dibêje, “biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin. Ji bo çareseriya pirsgirêka KUrd wê bi van dengan rêyek vebe. Divê em yekîtî û wekheviya xwe bi destûrê misoger bikin.” Mûsa Sevgat ê Êzîdî, hosteyê plastîkê ye. Bavê Sevgat, Dewrîş Sevgat ê 65 salî, dema ku vegeriya bû welatê xwe, ji aliyê hêzên dagirker ên Tirk ve hatibû binçavkirin, êşkenceyê li hatibû kirin û li pişt maşîneke eskerî bi kaşkirinê hatibû qetilkirin.