Her diçe propagandaya hilbijartinê tundtir dibe ku gihaye asta partiyên siyasî gefê li hev dixwin. Sekreterê Polîtburoya PDK’ê bang li YNK’ê kir û got; "31’ê Tebaxa 1996’ê me kir rast e, erê 16’ê Cotmehê çi bû? Heger YNK’ê gotinek hebe, sed gotinên me hene." Di çarçoveya propagandaya hilbijartina parlamentoyê de li qezaya Şeqlawa ya girêdayî Hewlêrê Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî bêyî ku qala rexneyên YNK’ê bike, gefên dijwar li YNK’ê xwarin. Rast e me carekê 31’ê Tebaxê kir Fazil Mîranî gotiye, wan ev welat parastiye, yên rexneyan li wan dikin Kurdistan dane xelkê û wiha peyiviye: “Rast e me carekê 31’ê Tebaxê kir. Wan 50 caran 31’ê Tebaxê kir. Wan Kurdên Iraqê girtine û radestî rejîma Baesê kirine." Mîranî: Me Hewlêr ji YNK’ê rizgar kir Her wiha Mîranî di axaftina xwe de ji bo roja 31’ê Tebaxa 1996’an gotiye "Me ji destê YNK’ê rizgar kir, niha ya Kurdistanê ye" û wiha axiviye: "Heger em hinek dûr biçin, erê 31’ê Tebaxa 1996’ê çêbû. Erê 16’ê Cotmehê kî bû? Me Hewlêr ji destê YNK’ê rizgar kir, niha ya Kurdistanê ye. Belê dipirsin we Kerkûk da kê? Niha di destê kê de ye?" Di dawiyê de jî Mîranî ev gef li YNK’ê xwar; “Ew tiştên îro me bihîstin ji rayedarên jor ên YNK’ê bûn, ne yên asta jêr bûn. Ji bo wê, bila devê xwe bigirin û van gotinan li dijî PDK’ê nekin. Heger yek gotina we hebe, 100 gotinên me hene." 31’ê Tebaxa 1996’an çi bû? Di 31’ê Tebaxa 1996’an de PDK’ê hêzên rejîma Baes a rûxayî anîn Başûr û YNK ji Hewlêr derxist. Ev jî timî weke rexneyeke tund li PDK’ê tê kirin. n HEWLÊR