
Hevserokê şaxê KURDÎ-DER'ê ya Sêrtê Halîl Kaya, axaftina destpêkê kir û got, ew ê wekî parazvanên ziman her tim alîgire azadiya gel û welat bin. Piştî axaftina destpêkê Halîl Kaya û hevşaredar Tuncer Bakirhan sertîfîka dan 42 xwendakên ku di kursan de bi ser ketin, mamoste û kesên ku keda wan di serktêbûna kursê de heye.
Mamosteya muzîkê Hîcran Yilmaz Guner jî yek ji wan kesan e ku beşdarî kursa ziman bû. Wê got, ew ji Mêrdînê ye, pêşî bi kurdî nedizanî û piştre fêrî axaftin û nivîsandina kurdî bûye. Guner weha dirêjî da axaftina xwe: "min xwest hemû tiştên ku dixwînim fêm bikim. Qet nebe pirtûk û rojnameyeke kurdî bixwînim. Ji bo em hînî zimanê xwe nebin, bi salan e em di nav hewldanan de ne. Salên 1980'yî baş tên bîra min. Ji ber wan pêkanînan min zimanê xwe ji bîr kir û vê yekê ez gelekî êşandim. Di vê mijarê de malbata me jî gunehkar e, bi me re bi kurdî neaxivîn. Min xwest ji kurê xwe re mîrasekê bihêlim. Ziman, çand û her tişta min e. Ji bo zimanê xwe hînî kurê xwe bikim, beşdarî kursê bûm. Herî zêde ji bo kurê xwe hînî ziman bûm."
Merasîm piştî guhdakrina muzîkê ya komên herêmî û helbest xwendina helbestvanê ciwan Selamî Esen bi dawî bû.
SÊRT