
Lêkolîner, nivîskar û weşangêr Mehmet Bayrak yek ji wan kesan e ku herî zêde belge û gotar berhevkirine, nivîsîne û weşandine, li ser mijara qirkirina çandî û awayên asîmîlasyonê ku me berê xwe da behredariya wî ya li ser mijarê û pirsên xwe jê kirin. Bi ser vê dewlemendî, pirrengî û pirrçandîbûnê jî, çima nexasim jî li hin deveran ev rîtuelên ku rêûresmeke civakeke xwedî mîrateyeke qedîm in, lawaz dibin; li gorî Bayrak sedema vê plan û çerxên bi rêk û pêk ên dewletan in û nexasim jî yên dewleta Tirk in. Em li ser mijarê bi awayekî berfereh bi mamosteyê xwedî ked Mehmet Bayrak re peyivîn.
Di van 70-80 salên dawiyê de nexasim bi Komara Tirkiyeyê re guhertina van rîtuelan de çi ye, dewra zext û qedexeyên dewletê çi bû? Gelo mirov dikare vê di çarçoveya asîmîlasyon û qirkirina çandî de binirxîne?
Mesele ev e. Di dema Ebdulhemîd de bi pêşengiya rewşenbîran, şîara Osmanî-Îslamê derkete pêş. Çi di dewra Selçûkiyan de, çi di dema Osmaniyan de, çi di dema Îttîhaq û Teraqqiyê de û çi jî di dema Komara Tirkiyeyê de mezheba dewletê ango Mezhebî Asliye, Henîfîtî bû. Henîfîtî weke amûrekê bi kar anîn ji bo birêveberiya dewletê û ji bo perçiqandina baweriyên bêhtir nerm, bêhtir civakparêz, bêhtir xwezayî. Ji berê ve ev wisa bû û di dema komarê de jî ev neguherî.
Ziya Gokalp û komên li dora wî rapor amade kirin; çi ji van raporan tê, bi wan çi dikin?
Hingê ji bo tinekirina milet, bawerî û dînên cihê, Mihacirîn Mudiriyetî Umumesî (Midûriyeya Giştî a karên Koçberan) heye. Li ser vê saziyê kesên weke Şukru Kaya yên nijadperest hebûn. Yek ji van weke weşana vê saziyê derçû. Mesela pirtûka li ser Kurdan û ya li ser îskan û asîmîlasyona eşîretan sala 1918´an hatin weşandin li Stenbolê. Hingê hat gotin, Kurd nînin, ew Kurdên çiyê ne, Elewîtî, Qizilbaşî filan nînin, ev Misilmantiya Tirkan in. Hem ji bo Tirkirina wan, û hem jî ji bo helandina Elewiyan di nava Îslamê de, ev kirin. Mijara li ser Ermeniyan dan Esad Uras.
Lê belê em berê xwe bidinê, pêşî miletên ne Misilman bûn armanca şerî, komkujî û qirkirinên mezin 1915´an li dijî Ermenî, Suryanî û Êzîdiyan hatin kirin. Paşê dor gihişt Kurdên din.
Jixwe sala 1919´an Sakalli Nurettin Paşa yê Arnawud ê di van qirkirina de xwedî dewr, wê bigota, "me ew ên zo digotin hal kirin, dora wan e ku dibêjin lo". Em ê berê xwe bidinê sala 1921´ê li Koçgiriyê dan. Sala 1925´an îhtîlala Kurd a weke nerazîbûnê bû, hat tepisandin û di nava du salan de 15 hezar Kurd hatin qetilkirin. Hingê Nifûsa Tirkiyeyê 12 milyon bû. Paşê di serhildana Agirî û Zîlanê de ku Xoybûnê bi rêxistin kir, li gorî daneyên çapemeniya Tirk a hingê pirraniya wan Êzîdî 30 hezar Kurd hatin qetilkirin. Li Dêrsimê hejmara Kurdên Qizilbaş ên 1937-38´ê hatî qetilkirin 40-50 hezar e.
Em vegerin ser Komara Tirkiyeyê, elaqeya wê, van komkujiyan û Îttîhad û Teraqqiyê çi ye?
Ji sedi 95´ê kadroyên rejîma kemalîst ji Îttîhad û Teraqqiyê ne. Wan projeya min li jor behsa wê kir a Îttîhat û Teraqqiyî dewam kir: Paqijiya etno-dînî. Ango pêkanîna siyasetên tinekirina/paqijkirina komên din hemûyan ên etnîk ji bilî Misilmantiya Henîfî û Tirkîtiyê, yekrengkirin û Tirk-Îslamkirinê. Ji bo vê jî bi dizî Plana Şerq Islahatê kirin (min sala 1993´yan ev plan weşand). Di xalên cur bi cur ên vê planê de jixwe peyivîna Kurdî tê qedexekirin bi awayekî fermî. Bi ser de jî pêkanîna vê planê te´dîb (bi rêbazên eskerî perwerdekirinê), tenkîl (cezakirinê), teqdîl (kuştinê), tehcîr (koçberkirinê), temsîl (asîmîlasyonê), temdînê (medenîkirin, ango Tirk-Îslamkirin) dihewîne û li pit van hemûyan tesfiye tê. Ya ku îro li Kurdistanê tê pêkanîn modeleke plana sala 1925´an e: te´dîb, tenkîl, teqdîl, tehcîr, temsîl, temdîn tê kirin. Bi awayekî eşkere ev hemû ji bo Tirk-Îslamkirinê tên kirin.
Meclîsa duyem, de mebûsên ku Mustaf Kemal ew destnîşankirî ji sedî 90 kadroyên Îttîhad û Teraqqiyê bûn. Yek ji van kesan Mehmet Şemseddîn Gunalatay e ku hem wezîrtî, hem serokwezîrtî û hem jî demeke dirêj serokatiya Saziya Zimanê Tirkî kiriye. Hê hingê wî pirtûk nivîsîn bi nasnameya xwe ya Îttîhad û Teraqqiyê ku pesnê Misilmantiya Henîfî didan û baweriyên batinî piçûk dixistin. teşkîlata Karên Diyanetê jî b heman armancê li ser baweriyên batinî di dema komarê de gelek pirtûk weşandin.
Ev plana Şerq Islahatî çawa hat pêkanîn, demeke çi qasî dirêj ajot?
Di çarçoveya Plana Şerq Islahatê de gelek giştî name hatin weşandin. yek ji van jî ya Şukru Kaya ya sala 1930´î ye. Dema ku ez xaleke bi tenê bixwînim, mirov yekser tê bighijê; di xala 12´an a vê giştînameyê de weha tê gotin: "Divê neyê jibîrkirin ku cilûberg, stran, lîstik/govend, dawet, û adet û rêûresmên civakê hisên miletbûn û nijadê hişyar dihêlin û civakan bi rabihuriya wan ve girêdidin. Ji ber vê yekê wezîfeyeke gelekî girîng e ku tevî ziman û lehceyan, adet û rêûresmên bi vî rengî dijber jî di vê xirab û bi zerar werin dîtin, nexasim xirab werin nîşandan, û bi ti şêweyî elaqe neyê nîşandan û neyên teşwîqkirin, bi her derfetê xisletên wan ên ji rêzê û paşvemayî werin nîşandan, bi vî rengî werin xirabkirin û eyb werin dîtin; Tirkîkirina nav û nasnavên kesên mensûbê civakên bi bi van ziman û lehceyan dipeyivin, rastkirina qeydên wan ên di nifûsê de di her keyslêanînê de jî ji wezîfeyên girîng e". Ev giştî name ji walîtiyan re diçe. Mirov pê tê digihêje, ka rîtuel û rêûresmên Kurdan di dema Komarê de çima qels bûn.
Ji Îttîhad û Teraqqiyê ber bi komarê ve
Di nava pênc kesên cemiyetên Îttîhad û Teraqqiyê damezrandî de 3 Kurd hene, Doktor Ebdullah Cewdet Beg û Doktor Îshaq Sikûtî Bag didu ji van bûn. Yên din jî Arnawutek û Azeriyek in, Tirk di nav de nînin. Lê belê dema ku van sala 1913´an bi darbeyekê dest danî ser desthilatdariyê, bi carekê bûn xwedî zêhniyeteke Tirkperest. Jixwe sala 1912´an bi kongreya Selanîkê bi temamî ketibû destê Tirkên ji Balkanan û Qefqasan. Bi darbeyê jî desthilatdarî kete destê wan. Lê belê hingê rewşenbîrên welatparêz ên din ji Îttîhad û Teraqqiya Îslamî û Tirkperest qut dibin. Weke mînak Îhsan Nûrî yê Kurd. Yek yê li cem wan mayî û bûyî îdeologê wan, Ziya Gokalp e. Herçî nasnameya wî ya etnîk, gelek fikr hene, lê muhtemelen Cihû ye. Dîsa jî Tirk wî weke Kurd didin nasîn ji bo ku bibêjin, Kurd Tirkperestiyê dikin, ma we çi ji Kurdîtiyê ye.
Bi her halî Talat Paşa hingê Ziya Gokalp vedixwîne û jî re dibêje, ´dewlet kete destê me. Siyaseteke me za sereke heye´. Ev polîtîk a bi destê dewletê avakirina yek miletî ye, bi zora dewletê bi riya Henefîtiyê avakirina misilmantiyeke dewletê ye. Rastiya çînan paşguh bike, peyva ´civaka bê çîn, bê îmtiyaz a bi hev keliyayî´ der dixin pêş. Ji Ziya Gokalp dixwaze bi komên pêwist raporan amade bike ku bibin bingeheke îdeolojîk ji bo vê projeyê.
Ew komekê berhev dike, ew bi xwe jî raporên qelp û çêkirî amade dike; jixwe zilamên wî yên herî çê bi pirranî kesên bi eslê xwe Cihû ne. Yek ji van Mohîs Cohen e ku weke Tekîn Alp navdar e. Rapora wî ya Tirkirina tevahiya civakê heye. Raporeke Ziya Gokalp jî heye ku hîna salên 70´yî nû hat weşandin. Ji bilî van, meseleya Kurdan bi Nacî Îsmaîl Pelister dane nivîsîn. Pelîster paşnavekî paşê çêkirî û qelp e. Talat û Enver Paşa ev kes ji Elmanya, Munîxê dema felsefe dixwend dane anîn. Ew bi xwe bi koka xwe Arnawud e, Sunî ye û Milsman e. Rapora li ser Kurdan bi wî dane amadekirin. Lê ne bi navê wî, bi navê weke Dr. Frich, Dr. Freilich, Prfesor John Small yan jî Profesor Liebach. Ne bi tenê li ser Kurdan, li ser Elewî û Qizilbaşan, li ser bicihkirina eşîretan û gelek xebatan dike û bi navê zanyarên Elman ên çêkirî diweşîne. Qaşo Elmanan nivîsiye û kesekî bi navê Habîl Adem ev wergerandine Osmanî.
LUQMAN GULDIVÊ