Ciwanê ji Efrînê Amed Ahmed, ku li girtîgeha bajarê Kleve yê Elmanyayê bi neheqî dihate girtin, meha Îlonê ji ber şewata li hucreya lê bû bi giranî birîndar bû û roja 5’ê Cotmehê li nexweşxaneya li Bochûmê ku lê dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest dabû. Wezareta Edaletê ya Eyaleta Nordrheîn Westfalen (NRW) îdîa kir ku Ahmed ji bo xwe bikuje şewat derxistiye. Li gorî rapora rayedarên wezaretê, Ahmed bi heste agir berdaye nivînên xwe, şewat li hucreyê derketiye. Lê belê pispor destekê nadin vê senaryoya rayedaran.

îdîaya dûrî rustyê ne

Pisporê şewatê Korbînîan Pasedag bû mêvanê bernameya “Monîtor” a televîzyona ARD’ê, û got:”Nepêkan e ku şewat li gorî îdîaya hatiye kirin, hatibe derxistin.Dema ku şewat bi nivînan ket, dûyê bi jehr jê derdikeve. Mirov bi ti awayî bêyî maskeyê nikare 15 deqeyan li ber vî dûyî îdare bike.”

Gelo çawa çêdibe?

Midûrê Saziya Tipa Edlî ya Frankfûrtê Marcel A. Verhoff jî li ser encamên şewatê daxuyaniyeke bi heman rengî da. Verhoff got, “Gelo çawa çêdibe ku mirovekî di nava çend deqeyan de ji ser hişê xwe çûbe, careke din bê ser hişê xwe û biçe pê li bûtona alîkariyê bike?”

Çend kesan dîtin

Di vê navberê de mehkûmekî li girtîgeha Kleveyê ji ARD’ê re axivî û got: “Di dema şewatê de wî dengê qîrîn û hewarê yê Ahmed bihîstiye ku alîkarî dixwest.”

Mehkûmê ku nexwest navê xwe eşkere bike, li ser îdîaya rayedaran got: “Çend kesan dîtin, di dema şewatê de Ahmed derketiye ber pacê û alîkarî xwestiye. Yekî ji van bi berfirehî ji min re qala rewşê kir.”

 

  NAVENDA NÛÇEYAN