Ji dînên gundê me sê jê bira bûn. Mehmûdo, Nayifo, Cemîlo… Sê xortên delal, sê xortên bedew, sê xortên şareza… Ew ne dîn bûn lê şert û mercên jiyanê yên giran, bêgavî û xemsariya malbat û civakê, kir ku ew dînîtiyê tercîh bikin. Nayifo û Mehmûdo mirin, Cemîlo dijî lê ji her tiştî bêxeber.
AZÎZ OGUR
Ji bo bîranîna sê birayên dîn; Mehmûdo, Nayifo û Cemîlo. Dîn bûn yan ji bêzariyê û li dij xemsariya civakê, dînîtî tercîh kirin, ha ev nayê zanîn...
Ramyar Chamfort dibêje, “Dema em tên cihanê, em tev dîn in, lê hinek mîna xwe dimînin.” Philip K. Dick jî dînîtiyê mîna, “Dînbûn carinan nerazîbûna herî di cîh de ya li dijî rastiya heyî ye” bi nav dike. Albert Einstein jî bi van gotinan dînîtiyê ji ehmeqiyê baştir dibîne: “Bêgûman dînîtî ji ehmeqiyê baştir e. Dînîtî wendabûna jîrîtiyê ye. Lê belê ehmeqî daîmîbûna qetnebûna jîrbûnê ye.”
Nirxandinên herî balkêş ên derbarê dîn û dînîtiyê de bêgûman yên Xelîl Cibran in.
Cibran dibêje, “Dîn bibe û ji me re sirên li pişt têgihiştin û fêrbûna heyî rawe bike. Armanca jiyanê, gihandina me ya van sirran e; û dînîtî hespê herî lezgîn ê vê yekê ye.”
Xelîl Cibran: Çawa dîn bûm
Xelîl Cibran ku bi navê “dîn” pirtûka wî ya navdar heye, di kurteçîroka bi navê “Çawa dîn bûm?” de feylezofiya dînîtiyê wiha radixe ber çavan: “Tu ji min dipirsî ka çawa ez dîn bûm. Wiha çêbû: Beriya ku gelek xweda hêna ji dayik nebûbûn, beriya demên dûr û dirêj rojekê, ez ji xeweke kûr şiyar bûm û min dît ku hemû maskeyên (rûpoş) min - yên te ku min çêkiribûn û di heft jiyanan de didan ber rûyê xwe - hatibûn dizîn. Li kolanên geremolî beziyam û min da qîran: ´Dizno, dizno, diz ên belaya xwedê.´ Jin û mêr bi min keniyan, hinek jî ji min tirsiyan û reviyan malên xwe.
Piştî ku ez gihiştim bazara bajêr, ciwanek li ser banekî rawestiya û got, ´Ew dîn e´. Ji bo wî bibînim min li jor mêze kir; rojê cara yekemin rûyê min yê tazî maç kir. Cara yekemîn rojê rûyê min ê tazî maç kir û ruhê min li hember rojê tije hezkirin bû; û carake din li maskeyên xwe negeriyam. Mîna ku ji xwe herim, min da qîran: ´Şikir ji xwedê re, şikir ji bo dizên ku maskeyên min dizîn.´
Min wisa got...
Û di dînitiya xwe de min hem azadiya xwe hem jî ewlekarî dît; azadbûna tenêtiyê û ewlehiya ku nikarin ji min fam bikin, ji ber ku yên me fam dikin, hin tiştan ji me êsîr digirin.
Lê belê ez ê bi ewheliya xwe zêde xwe bi difre nekim. Dizekî di zîndanê de ji dizekî din bêhtir di ewlehiyê de ye.“
Mehmûdo, Nayifo, Cemîlo,
Sebîho, Şerîfo
Hemû dînên gundên me wisa dihatin binavkirin. Bi tîpa “o’ ya dihate pişt navê wan re mîna ku ne nav be marqeyek be lê dihat û rûdinişt. Heger pêwist bikira peyva ‘… dîn’ li pişt navê wan mîna rengdêr dihate bicîhkirin. Serpêhatî, taybetmendî û kesayetiya her yek ji van dînên gundê me - ez yeqîn dikim, dînên hemû gundan, yên hemû tax û bajaran wisa ne - dikare bibe mijaran çend nivîsan, heta bibe mijara pirtûkan.
Sê bira, sê dîn
Mehmûdo, Nayifo, Cemîlo her sê birayên hev bûn. Sê xortên delal, bedew bûn. Di destpêkê de mirovên şareza, jîr bûn. Lê belê şert û mercên jiyanê yên giran, bêgavî û xemsariya malbat û civakê kir ku ew dînîtiyê tercîh bikin. Jixwe civakê jî carekê navê ´dîn´ bi wan ve kir û êdî ji wê pê ve derfeta rêyeke din an jiyaneke cuda ji bo wan tinebû.
Dayika wan hîna ew zarok bûn, mir; li ber destê jinbavê mezin bûn. Di xaniyê du ode yê dayika xwe de bê kes û kûs man. Wan li ber xwe da ji bo ku karibin bijîn. Tevî ku mîna bavik çend malên wan jî li gund hebûn, ne bira ne jî kesûkarên wan li wan xwedî derneketin. Gundî yên xwedî xêr, alîkarî bi wan re dikirin, lê belê ew jî car caran ji dayina pariyek nan, tasek av an tepsikek xwarin ne wêdetir bû. Lê belê sê xortên delal dîsa jî bêkes bûn, belengaz bûn û kesekî bi destê wan bigire, çareyekê ji wan re bibîne tine bû.
Mirina Nayifo...
Ji her sêyan, yê herî bedew Nayifo bû. Di demên xortaniyê de bi carekê re ‘dîn’ bû. Car caran bi rojan nediaxifî, carinan jî li ser israrê sohbet dikir lê sohbeteke ku mirov matmayî dihişt. Car caran stran digotin, lê belê mîna ku yek stran be çend stran tevlîhev dikirin û beyî raweste bi hostayî digotin. Piştî demekê bi tevahî ji xwe çû, heta havîn zivistan bêyî cilûberg, şilf û tazî digeriya. Rojêkê jê pirsîn ka çima ew wisa dike, wî jî got, “Ji qehrê van bêbavên Tirkan ez xwe tazî dikim”.
Beriya çend salan me bihîst ku li derdora navçeya Kerboranê di rewşa jixweçûyî de dema li ser rê dimeşiya di bin kamyonekê de maye û wefat kiriye. Lê belê şêwazê mirina wî zelal nebû. Hinekan digot, ji ber eskeran reviyaye û bi guleya wan hatiye kuştin, hinekan jî digot dema ji ber esker reviyaye xwe li rê xistiye û di bin kamyonê de maye. Ne kesî cenazeyê wî dît, ne jî şêwazê mirina wî zelal bû. Bi carekê ji holê wenda bû Nayifo…
Mirina Mehmûdo...
Mehmûdo mezinê wan bû; dibe ku li hember bêçaretiya dînbûna Nayifo wî jî mîna refleks xwe li dînîtiyê qelibandibe.
Salên bihurî, Mehmûdo û Cemîlo li navendeke terapiyê û parastinê hatin bicîhkirin. Di her carê de ku min li rewşa wan pirsî, digotin, baş in, cihê lê dimînin û têr dibin heye. Lê êdî qet bi kesî re naaxifin û têkiliya wan a bi jiyanê re qut bûye.
Beriya çend rojan Mehmûdo nexweş ket û ji navenda terapiyê ew birin nexweşxaneyê, lê zêde nekete navê, wî jî rehmet kir. Nayê zanîn ka birayê wî Nayifo li ku hate veşartin, lê cenazeyê Mehmûdo hefteya bihurî li cihê lê ji dayik bûyî, li gundê Nisêbînê Kertwênê hate veşartin.
Ji bilî hin hewldanên ferdî, mixabin heta roja ku Mehmûdo mir jî ji malbat, xizm û derdora wan kes li wan xwedî derneket. Di mirinê de jî kes li wan xwedî derneket. Mirina Nayifo yan kuştina wî ji rojevê hate derxistin, heta qet nebû rojev jî. Tenê car caran digotin, Nayifê Dîn mir. Ne ji bo derxistina şêwazê mirina wî ne jî ji bo girtina cenazeyê wî kesî tiştek nekir.
Mehmûdo jî di stargehekê de salên xwe yên dawî bihurandin û bi şiklekî trajîk mir. Bêelaqeyî û xemsariya malbat û xizman di mirina wî de jî dewam kir. Heta xwedîderketina malbatê li cenazeyê wî li ser zexta hin kesên gundî çêbû. Li ser zexta gundiyan ji bo karên fermî ên girtina cenaze malbat kete tevgerê û di dawiyê de cenazeyê Mehmûdo li gund li goristana ku dayik û bavê wî jî lê ne, hate veşartin.
Cemîlo dibistana navîn jî qedand
Yê biçûk Cemîlo, xortekî pirr jîr bû. Dema min dest bi dibistana navîn kir, ew di sinifa dawî de bû. Ji ber ku em ji gund diçûn Nisêbînê û zarokên bajêr pirsgirêk derdixistin, Cemîlo bi me re elaqedar dibû. Di her warî de parazvanê me bû. Beriya dest bi lîseyê bike piştî Nayifo ‘dîn’ bû, wî jî destê xwe ji jiyanê birrî, nema çû dibistanê û roj bi roj xwe berda nava ‘deryaya dînîtiyê’.
Mixabin mezinên gund ji wan pirr hez nekirin, lewra jî, ji bo wan tiştek nekirin. Lê belê wan û zarokên gund ji hev pirr hez dikir. Jixwe, sohbetên wan ên herî ji dil bi zarokan re bûn.
Nizane birayê wî miriye nizane ku birayê wî hebû jî
Ji her sê birayan Cemîlo ma. Mîna Mahmûdo ew jî li parazgeh û navendeke terapiyê dimîne. Dibe ku di di nava bîranînên zaroktiyê de wenda bûbe, lewra tê gotin ku bi jiyana li dora wî re tu elaqeya wî tine ye. Tim difikire, tim bi xwe re ye, car caran di beşişe, dikene.
Li ser mirina Mehmûdo dostekî di medyaya civakî de wêyenê Mehmûdo parve kiribû û xemgîniya xwe bi lêv kiribû. Li bin wî jî wêneyê Cemîlo bi nivîsa, “Mehmûdo mir. Cemîlo nizane ku birayê wî miriye... Belkî Cemîlo nizane ku birayê wî jî hebû...”
Ka qaşo aşê dînan ji xwe re digeriya!
Pêşiyên Kurdan gotine, “Aşê dînan ji xwe re digere”. Lê belê “gera ji ber xwe” ya aşê Mehmûdo, Nayifo û Cemîlo li aliyekî, çerxa felekê li wan çep zîvirî.
Dîn û zarok
Sê bira bûn; Mehmûdo, Nayifo, Cemîlo.. Nayifo beriya çend salan dema ji ber leşkeran deviya hate kuştin. Mehmûdo beriya hefteyekê wefat kir. Yê biçûk Cemîlo li saziyeke parastinhe dimîne. Du birayê Cemîlo miri, lê nizane birayên wî mirine… Belkî Cemîlo nizanê ku birayen wî jî hebûn…