Şer û dagirkerî ew pêngavên dawî ne, gava ku desthilat tên ber ketinê, ji bo ku nemana xwe veşêrin dikin. Ji vê heqîqeta bi sedan salan ya li pey dimîne ne tenê hejmar, dem, erdên mezin dibin û piçûk dibin, xenîmetên bidestxistî ne. Şer û dagirkerî ji yên ku wan didin destpêkirin bêhtir zirarê dikin li jiyana wan kesan ku di biryardayîn, hesabkirin û plankirina wan de cih nagirin. Li dûv wan wêneyek, awazek yan jî fotografekî ku behsa êşa şerî dike, dimîne. Rastiya ku propagandaya qelp û derewên wan nikarin serê bigire jî, rût û tazî li ber çavên we ye.
Gava ku hûn li wan resman binihêrin û li wan muzîkan guhdarî bikin, nabe ku hûn hema berê xwe bizivirînin ji êşên şer bi zarok, jin û sivîlan dide kişandin….
Eynî weke wê dagirkeriya ku Erdogan ji bo pêşî li hilweşîna desthilata xwe bigire 9´ê Cotmehê li dijî Bakurê Sûriyê da destpêkirin.
Eynî weke wan fotografên Mihemed Hemîd Umer ê 13 salî yê li Serêkaniyê bi bombeyên fosforê birîndarbûyî yên di çapemeniyê de weşandî. Êşa Mihemedê piçûk di zaroktiya wî de hilnedihat. Şûn û şopên hovîtiyekê li ser bedena bi dehan sivîlên weke Mihemed bi bombeyên fosforê birîndarbûyî hene ku ti derew nikare ser wan bigire.
Hunermend Sînan Hezer xwest bi wêneyên xêz dike behsa vê hovîtiyê bike. Wî hewl da bi zimanê xwe yê hunerî vî sûcê şerî yê li Serekaniyê ragihîne dinyayê.
PARÎS