Bêhna piyê mirinê tê
Û yê ku çarlingê li bin piyê keçekî dikêşe
Wê bixwe bêdaliqandin rojekî…
Rejîma Îranê du roj berê niha Reyane Cebarî bidarve kir, bi behaneya kuştina mêrekî ku xwestiye dest bavêje wê. başe kes tine bipirse, mêrên ku her roj jinan dikujin çima kes ji wan re tiştekî nabêje. Wer diyare ku hêjî di vê cihanê de jin ti ewlekariya canê wan tineye, dîsa yên ku xwe, xwediyê jiyanê, dibînin, mêrin. Êdî ji Îranê re dardakirina mirovan wek avvexwarinê bûye, amûra herî qirêj a ku hewil dide civakê pê bitirsîne. Sucê Reyhanê ew bû ku tenê xwest xwe li hember destdirêjiyê biparêze. Gelek sazî û rêxistinên navnetewî ji bo ku Reyhane neyê dardakirin, kampanya destpêkirin, çalakiyên cûr be cûr lidarxistin lê rejîma sêdare, vê mesajê dide her kesî û bi taybet jinan ku tu nikarî xwe biparêzî, di berdêla her parastina xwezayî de, para te mirine. Tenê xwest xwe biparêze li hember hartiya zarokên wan yê herî baş. Dema sibeha roja dardakirina wê min li dosyaya ku dadgehê di dereqê wê de weşandibû, temaşe kir, bi hezar û yek derewan, hemû dewlet li pişta wî kesê hatiye kuştinin. Bi vî awayî ew jî hemû kiryarên xwe yên qirêj rewa dikin.
Ji aliyek din ve çend roje di rojeva Îranê de peşkandina kezabê li ser rûyê jinan, heye. Heta li hinek bajaran jî ji bo şermezarkirina vê hovîtiyê bi sedan jin rabûn, gelek jin bi rûyê xwe yê pêçayî û perîşan tevlî van xwepêşandanan bûn lê dîsa rastî êrîşan hatin. Dewletê hema mudaxile kir û piştre jî rayedarên rejîmê ketine panîka Kezab peşkandinê û îdia dikin ku ev mijarek şexsî ye û ji ber nakokiyên di navbera şexsan de ye. Başe wê demê ger şexsiye, çima ev çend sale ew şexs nayên cezakirin û destê xwe dihejînin û li koçe û kolanan li pey jinan digerin û kezabê li rûyê wan dipeşkînin. Ger şexsiye, çima tu cihê biçî wan şexsan ceza bikî, ewqas bi hovane êrîşî xwepêşandanên mexdûrên van kiryarên we û zarokên we yên herî baş, dikin? hişmendiya ku Reyhana bêguneh bi hovîtî darda dike, qet ji wan dûr nîne ku gelek hovîtiyên din jî bikin. ji xwe bêhna mirinê ji wan tê. Peşkandina kezabê îfadeya vê rastiyê ye; bê ku tu bimirî, ezê jiyanê ji te bistînim! Îran darda dike, DAİŞ serî jê dike û Erdoxan jî di nav kolanan de înfaz dike, wê demê ferqa di navbera wan de çiye, birastî? Ger îro li ser berjewendiyên xwe yên şexsî, car li hev dikin û carnan jî bi hev dikevin, ew zêde ne girînge. Ew hemû xwediyê heman hişmendiyê ne. ew dijminê jinanin û wê wek ku îro tê dîtin bi destê jinan jî bigihêjin cezayê xwe. Wê roj were ku ewê jî wek havrêyên xwe di dadgeha adil a hestên pîroz ên hemû jinên wêrek û tekoşer ku ticaran serî li ber wan netewandin, bêne mehkûm kirin.
Û misoger wê roj were ku dilopek rondika di kurtika çavê bi hezarên wek Reyhanê de, bibe derya û wan di nav xwe de bixeniqîne. Wê roj were ku rûyên şewitî ên keçên Şînava û mexdûrên kezabê, heyfa êşên xwe yên bêwesif ji wan bigrin. wê roj were ku ewê li hember bêdengiya mirinê, haware jiyanek azad bilind bikin. bêguman îro jinên li Kobanê û seranserî Kurdistanê ji bo Rehyanê û hemû jinan şerê azadiyê dikin.