Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku dewleta AKP'ê polîtîkayên xwe yên zordar, faşîzan û tolhildêr ên mafên mirovan ên gerdûdî û hiqûqa navneteweyî tine dihesibîne, li zîndanan li hemberî girtiyên şoreşger dimeşîne. KCK'ê ragihand ku bi sedan girtiyên nexweş ên li ber mirinê ne hînê li zîndanan tên ragirtin û got, "Girtiyên nexweş, tevî ku nikarin pêwîstiyên xwe yên jiyanî bicih bînin jî nayên tedawîkirin, li wan û malbatên wan îşkence tê kirin. Li gorî mewzûata navxweyî ya Tirkiyeyê bi xwe jî, divê girtiyên nexweş ên li ber mirinê ne werin berdan.
Lê dewleta AKP'ê vê jî nake, berevajî bi helwesteke dûrî exlaqa polîtîk û wijdanî dixwaze, girtiyên nexweş di çareseriya pirsgirêka Kurd de bike mijara bazariyê. Ev helwest beriya her tiştî ne însanî û ne exlaqî ye. Ji ber van polîtîkayên qirêj û dûrî pîvanên exlaqî, em AKP'ê hişyar dikin.
Em bang lê dikin ku tavilê dest ji vê helwesta xwe berde, hurmetê nîşanî jiyana mirovan bide, li gorî hiqûqa navneteweyî û hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê tevbigere."

Cînayetên AKP’ê û Tipa Edlî

KCK'ê got, "Di encama polîtîkayên tolhildêr û zextdar ên dewleta AKP'ê de, di nava du hefteyên dawî de li zîndanan pênc girtiyên şoreşger şehîd ketine" û ev yek destnîşan kir: "Herî dawî rêhevalê me Mehmet Canpolat ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest daye. Desthilatdariya AKP'ê bi Tipa Edlî re bi hevkarî tevdigere. Tipa Edlî der heqê rêhevalê Mehmet Canpolat de rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' da. Ev yek jî nîşan dide ku çiqasî polîtîk tevdigere û çiqasî bi desthilatdariya AKP'ê re ye. Ev biryara polîtîk a Tipa Edlî ku berevajî rûmeta zanistiyê ye, li zîdanan dibe sedem ku mirovên nexweş yek bi yek jiyana xwe ji dest bidin. Ev mirinên li zîndanan bi awayekî fermî cînayet in. Ev cînayet bi hevkariya desthilatdariya AKP'ê û Tipa Edlî ve hatine kirin.
Di kesayetiya rêhevalê Mehmet Canpolat de, ku berdêla wê ji dest dayîna jiyanê be jî ti carî ji sekna şoreşgerî tawîz neda û şehîd ket, em hemû şehîdên berxwedana zîndanê bibîr tînin, bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînin û bang li hemû derdorên hestyar dikin ku zextê li AKP'ê bikin û têkoşînê xurt bikin."


 ANF/BEHDÎNAN