Piştî ku dîktatorê dewleta Tirk Tayyip Erdogan penaber weke sîlehekê li dijî Ewrûpayê bi kar anîn, dewletên Ewrûpî jî xwe weke wî pîs kirin û sînorên xwe bi awayên ne insanî girtin. Dewleta Tirk bi tevahiya çerxên xwe penaber ber bi sînor ve ajotin û Ewrûpayê jî li dijî penaberan kirasê insanan ji xwe kir û weke gurekî hov êrişî wan kir. Lê xelk û milet ne weke dewletên xwe ne. Li Atînayê, mirov ji bo mirovan û mirovahiyê meşiyan. Çalakgeran hikumetên Tirk û Yewnan ji ber siyaseta wan a koçberan şermezar kirin.
Partiyên çepgir ên li Yewnanistanê ev çalakiya hanê organîze kir û bi dehhezaran kes jî beşdarî xwepêşandana protestoyîbûn. Bi dehhezaran kes li meydana Akademiayê kom bûn û ji bo koçber û penaberan meşiyan.
Girseya gel xwest ber bi Parlamenta Yewnan û Nûnertiya Yekîtiya Ewrûpayê ya li Atînayê bimeşe, lê belê li pêşiya Parlamena Yewnan li benda polîsan aliqî. Polîsan destûr neda ku çalakger ber bi herêma destnîşan kirî ve bimeşin.
Li ser vê çalakger piştî axaftin û dirûşmên li pêşiya parlamenê vegeriyan meydana Akademiyê.
Li aliyê din pêr Naziyên Elman ên ku ji bo tacîzkirina penaberên li wargeha penaberan a li Lesvosê çûbûn vê girava Yewnanistanê, lêdaneke xweş xwarin ji xelkê giravê. Xelkê giravê ser û rûyê Naziyan di xwînê de hişt û got, nazî bicehemin.
ATÎNA/LESVOS