Peyva xayîn weke wate; ji kesên ku di navbera hevalan, jin û mêr, malbat, kom, partî, gel û neteweyê de bawerî şikandî, razên veşarî ragihandî mirovên din re tê gotin. Ev peyv ji bo her awa pişta xwe di mirovan de kirin û bi kesên neyar re tevgerînê jî tê bikaranîn. Werin em hinek li pey vê peyvê bikevin, em binêrin, ka îxaneta di nava neteweyên din û awayê îxanetê ya di nava kurdan de yek e, yan ya di nava kurdan de hê ji xayîntiyê jî wêdetir e.

Di ferhengên alman de: Wek baweri şikandin. Tiştên divê wek razekî were veşartin, eşkere kirin, ji kesên din re gotin, tê şirovekirin. Di ferhenga tirkan de jî: wek tiştê ku divê mirov bi madi û manevî pêve girêdayî be, mina hîçek dîtin, li dij wê tevgerînê tê nimandin.

Xayînê Amêrikayê hin sirên wan gihandine Rûsyayê, her wisa yê rûs jî (mînaka Edward Snowden). Xayînê her welatî tiştên wiha kirine. Dema em di vê çarçoveyê de li kurdên ku li gel dijmin in, dinêrin; em nikanin ji bo wan peyva „xayîn“ bikarbînin. Peyva xayîn vê bersivê nade, pir pir kêm dimîne. Lewra yên kurd, rasterast wek leşker, polês, sîxwir û kujerê dijmin tevdigerin, bi dijmin re êrişê gel û hêzên welatparêz dikin. Lema jî tenê peyvên wek kujêr, cehş, kuçik, pirovokator û ajanên dijmin dikane kurdên li ser wê xeta dijminane û ketî venivisîne. Peyva „xayîn“ tewana wan bêwate dike, tenê gunehê mirovan pê tîne.

Em kesên bûnin qîlên bêkêr yên dagirkeriya tirk, ango kesên, di nava îstîxbarat, leşker û partiyên tirk ên wek AKP ê û çapemeniya wan de ji faşîstên dagirkeran zêdetir dijminahiya gelê kurd dikin. Di ruxandina Kurdistan û kuştina kurdan de cih digirin bidin aliyekê, tenê li derdorên qaşo bi navê kurdan tevdigerin binêrin, ka ew xayîn in, yan ji wê wêdetir in?

Mînaka herî balkêş bêguman îtirafkar in. Wan ne tenê hemû agahiyên di derbarê tevgerê de dizanîn dan dijmin, bûn kujêrên bi sedan kurdan jî. Dîsa kesê wek Mîroglû rusipî û pîrê kurd Musa Anter bir û da kuştin, hemû razên tevgera legal gihand dijmin û di encamê de bû qelemşoreke êrişkar.

Hin derdorên bi navê kurdan partî avakiribûn, qaşo kurdewar (ez bawer dikim ev peyv jî afirandina wan ya xwe di bin de veşartinê ye), li Ewropê di dema qedexeya PKKê de bi taybetî li Almanya û li Swêde bi awayekî fermî li ba hêzên asayişê yên van welatan ajanî kirin (di vî warî de belge hene). Dema vegeriyan Tirkiyê jî, çûn di komisyona parlamento û dozgeriya Amedê de gilîkirin. Di TV yên dagirkeran de bûnin borazanên şerên psikolojik ê qirêj, hem jî bi navê kurdiniyê. Di serhildanên bajaran de jî, ji bo ku bikanin tewana dagirkeran veşêrin, dij bangaşiyeke dijminane meşandin. Yanê ji sînorên xiyanetê pir pir derbas bûne.

Mînaka ENKS ê hê ji hemûyan xirabtir e. Ne tenê razên Rojava radigihîne Enqerê û Daîşê, ji asayîş û yasayên, Daîş, Esad, tirkî re rêz digirin, serê xwe hetanî ber lingên wan ditewinin, lê ji zagon, rêveberî û asayîşa Rojava re rêz nagirin û tenê ji bo pirsgirêk derxistinê provokatorî dikin. Li gel wê demekê komisyoncîtî jî dikirin, kurd dixapandin xaniyên wan difirotin ereban (bi wê komisyonê dijiyan) û hê di ser de jî bangaşiya „Kurdistan vala dibe“ dikirin. Dema rêveberiyê ev lîstika wan dît û xanîfirotina kurdan qedexe kirin, vê carê jî li dij wê qêriyan û gotin: „Dîktator in, nahêlin ku gel mal û xaniyên xwe jî bifiroşe.“ Kêliya xafyên psîkopatê Enqere kete Carabulusê jî hewl dan ku hêviya qaşo azadiyê bela bikin.

Ew rasterast provokator in. Mînak: Rêvebiriya rojava biryar girtiye ku li hember hemû cangoriyan rêz were girtin û asayiş ti carî neyê provokasyona ENKSê. Dema di deriyê Sêmalkan re darbesta cangoriyekî ji pêşmêrgeyan derbas dibe. Hemû endamên asayişa Rojava ya li deriyê Sêmalkan dikevin rawestana rêzgirtinê. Ev rewşa rêzgirtina asayişê qet bi ENKSiyên li pey provokasyonê ne, xweş nayê. Provokatorekî xwe dişînin ser endamekî asayişê ku di silavarêzgirtinê de ye. Provokator li hember endamê asayişê radiweste û jê re bi dengê bilind dibêje: „Hûn ne kurd in! Peyayê dewletê ne! Bê şerefê heram in, bê namûs in...“ Endamê Asayîşê dîsa dengê xwe nake. Dema provokator dibêne, ew nayê provokasyona wî, devê xwe tije tif dike û tifê ser çavê endamê asayişê dike. Endam jî êdî xwe nagire û lê dide. ENKS û borazana RTE Rûdaw jî vê mijarê bi awayê; “Asayîşa Rojava êrişê şehît kirî!“ radigihand bala giştî. 

Ango bi sedan mînak hene ku mirov bikane bibêje; ev ketina li ba kurdan ji sînorên xayîntiyê derbas bûye û ev peyv nikane bersiva vê ketinê bide. Ji wê divê em yan peyveke ji bo vê biafirînin, yan jî cehş, kûçik, provokator û kujêrên dijmin bibêjin.