Li Helebê tevî ku çete beriya niha li xwe mirkur hatibûn ku li Şêx Meqsûd a Helebê çekên kîmyewî bi kar anîne, ji ber bêdengiya civaka navneteweyî û raya giştî ya navneteweyî ji nû ve çekên kîmyewî li dijî taxê bi kar anîn. Li aliyê din çete di êrişên li dijî taxê de sivîlan dikin hedef û mohra xwe li bin kiryarên hovane her datînin. Di êrişên doh û pêr de herî kêm 8 welatî birîndar bûn û pitikeke di zikê dayika xwe de jî jiyana xwe ji dest da.

Komên çete yên girêdayî opozîsyona Suriyeyê a bi navê KNS, pêr careke din bi gazên kîmyewî êrîşî Şêx Meqsûd kirin û di encamê de 6 kes birîndar bûn. Nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin ku komên çete pêr êvarî êrişî taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin. Nûçegihanan destnîşan kirin ku di êroşan de gazeke bi rengê zer ku bêhna nexweş jê tê, hatiye bikaranîn û 2 welatî bi jehrê ketine. Nûçegihan bi xwe jî ji ber gazê êşiyan. Her wiha ji ber êrişan 4 welatî jî bi parçeyên bombeyan birîndar bûn.


KNS û ENKS pitika di zikê dayika xwe de qetil kir

Çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê (KNS) û ENKS'ê, êrişên xwe yên li hemberî taxa Şêx Meqsûd doh jî domandin. Di êrişê de pitikek di zikê dayika xwe de hat qetilkirin.

KNS ya ku ENKS jî endamekî wê ye, ji 16'ê Sibatê ve bênavber taxa Şêx Meqsûd a Helebê topbaran dike. Doh danê nîvrojê çeteyan careke din bi çekên giran û sekvanan êrişî taxê kir. Di encama êrişan de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û gelek sivîlên din jî birîndar bûn. Di nav birîndaran de rewşa birîndariya jineke ducanî a bi navê Şêrîn Hebeş (30) û Faris Hisên (50) giran e.

Şêrîn Hebeş a ducanî bi guleya sekvanekî ji zikê xwe û Faris El-Hisên jî bi guleya sekvanekî ji serî û zikê xwe birîndar bûn. Di vê êrîşê de pitika di zikê dayika xwe de hat qetilkirin. Hînê jî sekvanên çeteyan, sivîlan hedef digirin.

Li aliyê din şevê din li Seken Şebabî û taxa Muxaberat di navbera şervanên YPJ/YPG'ê û çeteyan de şer qewimî. Vî şerî heta ku ev nûçe dihat amadekirin, hîna dewam dikir. Li gorî agahiyan, heta niha bi dehan çete hatine kuştin û birîndarkirin, lê belê agahiyên zelal hîna bi dest nehatine xistin.


Hovîtiya çeteyan a li dijî jinên ducanî

Heyva Sor a Kurd a taxa Şêx Meqsûdê, lêkola ka tesîrên xirab ên êrişên çeteyan bi ser deverên şên ên sivîlan de çi ne. Hezva Sor a Kurd encamên vê lêkolînê weke rapor weşandin. ji bilî pirsgirêkên derûnî yên bi şêniyan re, balkêş e ku zarokên gelek jinên ducanî jî ji ber wan çûne. Di serê kesên derûnî nexweş ketî de jî zarok û jinên ducanî hene. Li gorî raporê jinên ku zarokên wan ji ber wan çûne ev in:

* Helîma Xelo (30) dûcaniya 3 mehî.

* Rûweyda Osman (35) dûcaniya 3 mehî.

* Şêrîn Mistefa (31) dûcaniya mehekê.

* Kewser Bazat (18) dûcaniya 2 mehî.

* Îsmet Osman (22) ji ber tirsê malzaroka wê piçûk bûbû û ne dihişt zarok bi awakî xwezayî çêbe.

* Meryem Mihemed Hemo (22) ji ber tirsê beriya dema zayînê zarok çêbû û piştî bi 3  rojan zarokê jiyana xwe ji dest da.

* Nisrîn Şêxo (26), ji ber tirsê qolicên zayînê 3 rojan dirêj kirin.

Her wiha ji ber van êrîşan gelek pîrên bi temen mezin ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest dan. n HELEB






Li Şêxmeqsûd 11 çete hatin kuştin


Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê êrîşên komên çete yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê û êrîşên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Rojava de daxuyanî da û ragihand ku di şerê li taxa Şêx Meqsûd rû dayî de 11 çete hatine kuştin. 

YPG´ê ragihand ku êrîşên hevbeş ên komên çete yên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13’emîn, Firqa El -Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê dewam dikin.

YPG´ê diyar kir ku komên çeteyan şeva 12’ê Nîsanê li dijî taxa Şêx Meqsud bi topên hawan û cehenemê bombebaranek pêk anî û xwestin bi awayekî hemwext ji herêmên Seken Şebab û Muselles têkevin taxê. YPG´ê da zanîn ku bi bersivdayîna hêzên wan re şerên dijwar qewimîn û bi qasî hate zelalkirin di encama şer de 11 endamên çeteyan hatin kuştin


Êrîşên artêşa Tirk dewam dikin

YPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de ragihand ku êrîşên artêşa Tirk li ser xeta sînorê Rojava dewam dikin û di encama gulebarandina artêşa Tirk de sivîlekî jiyana xwe ji dest daye. 

YPG’ê ragihand ku artêşa Tirk 12’ê Nîsanê li dijî gundê Sûsik ê li rojavayê Girê Spî êrîşek li dar xist û di encama êrîşê de hemwelatiyekî sivîl yê di nav erdê xwe de kar dikir, jiyana xwe ji dest da. 


 NAVENDA NÛÇEYAN