Ji kovarên here girîng ên siyasetê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Foreign Affairs ku ji girîngtirîn weşanên cidî yên siyaseta derve ye bi mohra Galip Dalay analîzek li ser sedema lawaziya hêzên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê weşand. Argumana sereke ya Dalay ew e ku çalakiya karo û rêveberên mişext û ne li cihê cih, sedema sereke ya vê qelsiya û bêtaqetiya siyasî ye.
Gotar bi bîr dixe ku sala 1946´an li Rojhilatê Kurdistanê komara Kurdistanê hatibû ragihandin û tevgera siyasî ya organîzekirî ji bo neteweya Kurd ji mêj ve li Rojhilatê Kurdistanê şax diviyabû berdana, lê berevajî vê, ti kampanyayên tesîrker li dijî rejîmê li Îranê nayên birêvebirin. Li gorî gotarê bi dehsalan bi pirranî bûna li meşxtiyê, para bêhtir li Başûrê Kurdistanê kir ku partiyên mîn a PDK-Î û Komala di asteke bilind de ji xelkê Kurd li Îranê qut bibin.
Gotar îşaret bi dewra peywendiya partiyên sereke yên li Başûrê Kurdistanê ango PDK û YNK´ê bi rêveberiya Tehranê re jî dike û dibêje, dewra vê jî li encama bêtesîrmayîna hêza siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê hebûye. Li gorî gotarê heta sala 2011´an PJAK heta astekê ev betalî şikandiye, lê bi ragihandina agirbesta yekalî ya ji 2011´an ve, dewra wê jî kêm bûye. Li gorî gotarî di vê yekê de dewra Şoreşa rojava û hesabên parastina wê jî hebûye.
Bi heman rengî ji bo siberojê gotar dibêje, biryara dawî ya DYE ya beramberî rejîma Îranê û peywendiyên Rojavayê Kurdstanê û PKK´ê bi hêzên dijberê rejîma Îranê re wê çalakbûn û xurtbûna hêzên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê diyar bike.
NAVENDA NÛÇEYAN