Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) encamnameya kongreya xwe ya sêyemîn eşkere kir.

Kongreya MXDŞê 14´ê Tîrmehê bi beşdariya 250 delege, mêhvanan pêk hatibû. Piştî guftûgoyên berfireh, hûrûkûr Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hatibû hilbijartin. Ji ber li ser Êzîdiyan 73 ferman rakirine, 73 kes wekî endamên meclîsê hatibûn hilbijartin.

Ji bo pêşeroj û dahatûya Şengalê Xweserî

Kongre di encama guftûgoyên xwe de gihişt hin biryaran û ew wekî encamname bi raya giştî re parve kir. Biryarên encamnameyê wiha ne:

- Ji bo pêşeroj û dahatuya Şengalê ya yekem misogerkirina Pergala Xweseriya Demokratîk û giyan dayîna wê.

- Ji bo parastina nirxên civaka me ya Êzîdî mezinkirin û bi hêz kirina hêzên YBŞ-YJŞ û Asayişa Êzdîxanê her wiha weke hêzên sereke yên parastina Êzdixanê û herêmê.

- Ya herî girîng ji bo pûçkirina polîtîqaya valakirina Şengalê misogerkirina vegera gelê me ser cih û warê xwe.

- Ji bo rakirina tola keç û jinên Êzîdiyan ji DAIŞ’ê û hevalbendên wê, hewldan werin dayîn ji bo di asta navnetewî de dadgehkirina DAIŞ’iyan û piştgirîdayîna nîqaşên avakirina dadgeheke navnetewî ya heyî.

- Weke xala dawî û ya herî sereke bangawazî li Komara Iraqê hat kirin, rewşa gelê Êzîdiyan ya heyî ji nêzîk ve bişopîne, nirx û destkeftên civaka Êzîdiyan ya piştî fermanê bi ked û xebata şehîdan hatîn bi destxistin nas bike.”

ROJNEWS/ŞENGAL