
Miştenûr tê wateya mistek (destek) ji ronahiyê, ev nav xwedî bingeheke olî ye. Hin çavkanî dibêjin ku pêxember Îbrahîm dema berê xwe dide Filestînê cihê yekem ku bêhna xwe lê vedide Miştenûr e. Her wiha tê gotin ku li Miştenûr di encama şerekî giran de di navbera Misilman û nemisilmanan de hin sehabî jiyana xwe ji dest didin, lewra navê Miştenûr lê tê lêkirin. Miştenûr li başûr rojhilatê bajarê Kobanê dikeve, nêzî 2,300km dirêje û serweriya xwe li ser zêdetirî nîvê bajêr û her sê riyên sereke ku dikevin bajarê kobanê( riya rojhilat, Helebê û sînor), dike. Lewra çete bi giranî êrişê Miştenûr kirin.
Hewldanên dagirkirina Miştenûr
Çeteyan êrîşî derdora bajarê Kobanê dikin, bi tayet li aliyê kaniya kurdan. Lê ferq dikin eger Miştenûr desteser nekin, dê nikaribin derbasî bajêr bibin, lewra berê êrîşên xwe didin Miştenûr. Miştenûr êdî bê navber bi çekên giran tê topbaran kirin, çete di êrîşên xwe yê li ser Miştenûr de rêbazên xwe diguherin û êdî bi giranî bi şev êrîş dikin û cil û bergê şervanên YPG ê li xwe dikin. Di şeva 2-10’an de şervanên YPG ê ji gundê Helincê vedikişin û eniya yekem ya rojhilat dibe girê Miştenûr, çete tankan li ser girê Kurik ku başûrê Miştenûr dikeve, bi cih dikin û topbaranê dest pê dikin. Her wiha li aliyê başûr nêzî xwaringeha şêran bi tankan û BMB êrîş dikin.
Timî êriş dubarekirin
Lê şervanên YPG’ê bersiv didin û di encamê de BMB yek û tangeke tê rûxandin. Fermandara YPJ’ê Meryem Kobanê dibêje: “Di wê demê de tenê RBG’yek di destê şervanên YPG’ê de hebû û çete jî bi tankan êrîş kirin. Şer du seatan dewam kir, lê çete neçar man birevin.” Her wiha li aliyê rojhilat du caran êrîş pêk tê û ev jî ji aliyê şervanan ve tê şikandin. Balkêş e ku çete her carê hêzên xwe diguherînin û nû dikin. Şeva 3-10’an de di seat 8’an de çete ji gundê Helincê êrîşî başûrrojhilat û rojhilatê Miştenûr dikin û şer di navbera şervanan û çeteyan de vediguhere yê bombeyan.
Êrîşa di roja yekem a cejnê de
Di 3-10’an de, şeva cejnê, dunya tarî bû, çete seat di 8:00’an de li aliyê rojhilat û başûrrojhilat li aliyê gundê Helincê êrîş dikin. Fermandara YPJ’ê Edalet derbarê wê demê de axivî û got: “Min av ji şervanan re dibir, carekî min bihîst şervan li ser bêtêlê agahî didin ku çete êrîş dikin, demildest ez berê xwe didim başûrrojhilat, bi derbasbûna çend kêliyan re ez gihîştin cihê şer, çete derbasî hin mewziyên şervanan bûbûn, min tevî 3 şervanan me berê xwe da mewziyan û şerê bombeyan dest pê kir. Lê çete tevî BKS û BSFK xwe di mewziyan de bi cih kiribûn, em neçar man paş de vegerin.”
Bi rojan tî û birçî şer dewam kir
Bi xwecihkirina çeteyan di mewziyên başûrrojhilat de, şervan hewldidin çeteyan di çemberê kin û ji sê aliyan de êrîşî wan dikin. Seat êdî nêzî 12’e e. Di tariya şevê de hin segvanên çeteyan derbasî navenda Miştenûr dibin û xwe bicîh dikin, çete di wê navberê de êrîşî başûrê Miştnûr jî dikin. Şer bê navber heta seatên sibê dewam dike. Danê sibê vê carê şer bi giranî li rojava, başûr, başûr rojhilat berdewam dike. Fermandara YPJ´ê Gulan wisa behsa wan kêliyan dike: “Ji ber dijwariya şer, di wan kêliyan de me nikaribû nefesa xwe berda, gelek caran dema destê me bi namloyên qilêşê dibûn, dişewîtîn, gelek şervanan ji ber tev de di tozê de mabûn min ew nasnedikirin."
Tîrmeh Riha xwe feda kir
Hin rojan şervan bê nan û av diman, lê şervanên YPG û YPJ xwedî biryar bûn, weke hevala Tîrmeh Riha ku heta dawiyê li ber xwe dide û herî dawiyê bi bombeya xwe çalakiya fedaî kir. Tîrmeh xwedî sekin û fikirekî mezin bû, soz da fermandara xwe û jê re got ezê bi qehermanî şehîd bikevim û bi qehremanî şehîd ket.” Her wiha Fermadara YPJ ê Meryem Kobanê derbarê berxwedana Miştenûr de axivî û got: “tavên rojê gelekî germ bûn, birîndar li ser Milan dihatin rakirin. Berxwedana Miştenûr xwedî gelek mînakên efsanewî yê berxwedanê ye. Yek ji wan jî ewe, dema şer bi dijwarî diqewime Mazlûm û xalê xwe cihê xwe di heman mewziyê de digirin û çend seatan li berxwedidin.
Mazlum li çeperê şer veşartin
Herî dawî Mazlûm bi guleya segvanekî jiyana xwe ji dest dide, xalê Mazlûm wî di mewziyê de defin dike û şer berdewam dike, her wiha şervanê YPG ê Rizgar Kobanê tevî ku du hevalên wî di mewziyê de şehîd dikevin lê biryara berxwedana bê dawî dide û heta guleya dawiyê şer dike û şehîde dibe. Fermandara YPJ´ê Nûjiyan jî ji bo ku xwe bigihîne cihên şer û tevî hevalên xwe şer bike, jiyana xwe ji dest dide.” Seat nêzî 12’an çete serweriya xwe li ser başûr û başûr rojhilat ferz dikin û şervanên YPG ê neçar dimînin paş de vegerin.
Berxwedan Miştenûr bi çalakiya Arîn Mîrkan
Di 5’ê mehê de şer bê navber dewam dike, çete tevî 4 tang, çekên giran û bi hejmareke mezin êrîş dikin. Seat di 7’ê sibehê de 27 şervanên YPG û YPJ´ê li aliyê rojava yê Miştenûr ji aliyê çeteyan ve tên dorpêçkirin. 16 ji wan jiyana xwe ji dest didin, ev rewş 4 seatan dewam dike, şervanê YPG´ê Delîl Botan ku di wê demê de fermandarê tîmê bû, hestên ku di wan kêliyan de jiyan dikirin wiha ji me re vegot: “Çete ji her alî de dihatin, bê navber êrîş dikirin, me biryara berxwedana bê dawî da, cebilxaneya me kêm dibû, hin caran em neçar diman cebilxaneya hevalên me yên şehîd bi karbînin, bi her şervanekî re yan cercûrek an didu mabûn. Şervanan her ji min re digotin heval emê rizgar bibin?. Du hevalên min ên fermandarê tîman hewldidin du şervanên birîndar rizgar bikin, wan dizanibû ku îhtîmal heye ku ji paş ve bibin hedefa segvan. Lewra hevalên xwe herdem hembêz dikin, lê vê carê ew dibin hedefa guleya segvan û jiyana xwe ji dest didin.
Şer veguherîbû şerê rû bi rû, çeteyek dema tê kuştin serê wî li ber lingê hevalekî dikeve, ew şerê han yê kêliyan bû, piştî şerê 4 seatan 6 şervanên YPG´ê bi awayekî fedaî di aliyê rojava yê me de êrîş dikin û çember tê şikandin û em rizgar dibin.”
Arîn Mîrkan xatir xwest
Botan piştî ku ji çemberê rizgar dibe, Arîn Mîrkan dibîne û nêzî 10 deqan bi hev re diaxivin. Mîrkan hemû tiştên xwe ( pênûs-nameyek-çekqmaq-telefon û seata dest ) rasdestî Delîl dike û jê re dibêje: “Heyfa min rakin û Kobanê rizgar bikin bila kobanê nekeve destê wan hovan, li berxwe bidin.” Seat nêzî 12’an de Arîn Mîrkan berê xwe dide milê çeteyan û li ser bêtêlî tilîlî dike û çalakiya fedaî lidardixe. Seatên şevê êdî çete tevahiya Miştnûr dagirkirin û şer vediguhere şerê nava bajêr.
Girê Miştenûr hat rizgarkirin
Fermandara YPJ´ê Meryem Kobanê derbarê kêliyên dagirkirina Miştenûr wiha dibêje: “Çete bi serbestî tevî ala xwe tevdigeriyan, lê me soz dabû ku emê mal bi malên Kobanê bikin goristana DAIŞ ê û me kir jî û niha çete mal bi mal ji Kobanê derdikevin.” Her wiha doh jî di encama operesiyona rizgarkirina bajarê Kobanê de, çalakiya rizgarkirina Girê Miştenûr hat li darixistin. Roja 19´ê meha Çile Miştenûr careke din ji aliyê şervanên YPG û YPJ ê ve hat rizgakirin. Fermandara YPJ´ê Buharîn Kendal derbarê çalakiya rizgarkirina girê Miştenûr de axivî û got: “Şervanên YPG/YPJ’ê bi heyecanek û moraleke bilind çalakî lidar xistin. Di encamê de bêyî ku şervanên YPG’ê tu zerarê bibînin, Girê Miştenûr hat rizgarkirin.”
NESRÎN EBDÎ/KOBANÊ