Ji ber kuştina endamê istixbarata Tirk ê li Hewlêrê Osman Kose û du kesên din, gelek kes hatin girtin. Tê gotin, PDK û MÎT bi hev re êşkenceyê li kesên girtî dikin.
Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê di 17’ê Tîrmehê de li restoranteke bi navê Huqqabaz a li Empire City endamê istixbarata Tirk li Hewlêrê Osman Kose û du kes hatibûn kuştin.
Der barê bûyerê de kesên bi navê Mazlûm Dag, Mûhammed Beşîksîz ên ji Bakurê Kurdistanê û kesekî din hatin girtin. Hate ragihandin, ji bo Dag, Beşîksîz û kesê sêyemîn îfadeya berê hatiye amadekirin îmze bikin êşkence li wan tê kirin.
Kose endamê MÎT´ê ye
Li gorî agahiyan Kose Berpirsyarê Maseya Îranê yê MÎT’ê bû û piştre ew li Maseya Başûrê Kurdistanê hatiye wezîfedarkirin. Tê gotin, heyeteke ji MÎT’ê ku alîkarê musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan jî di nav de bû tevî endamên ‘Parastinê’ êşkence li Dag û Beşîksîz kirine.
MÎT û PDK bi hev re êşkence dikin
Endamekî Asayîşê ku nexwest navê xwe eşkere bike, got, hewl dan Kose weke wezîfedarekî ji rêzê nîşan bidin, lê belê ew Berpirsyarê Maseya Başûrê Kurdistanê yê MÎT’ê bû.
Endamê Asayîşê diyar kir, êşkenceyeke giran li Dag, Beşîksîz û kesê bi wan re hatî girtin kirin û got, MÎT û ‘Parastin’ bi hev re lêpirsîn kirine. Ew dixwazin îfadeya berê hatiye amadekirin bi wan bidin îmzekirin û bi vî awayî wan teslîm bikin, lê Dag û yên pê re heta niha sûcdarî qebûl nekirine.
MÎT bi kincên Asayîşê li Hewlêrê
Komeke ji 18 kesan a MÎT’ê ku alîkarê Hakan Fîdan jî di nav de ye û tîmên taybet ên Tirk ji bo lêpirsîna bûyerê Hewlêr kirine mîna baregeheke Tirk. Efserên Tirk li gelek tax û kolanên Hewlêrê bi kincên Pêşmerge û Asayîşa Hewlêrê kontrolê dikin.
DENÎZ AYDIN / ANF/HEWLÊR