Bernameya REPORT MAINZ a televizyona fermî ya Elmanyayê ya ARD´ê pêr nûçeyek weşand ku tê de balê dikişîne ser sepaneke telefonên destan (smartphone) a bi navê EGM ku muhtemel e kurteya “Emniyet Genel Müdürlüğü” (Midûriyeta Giştî a Polîsê Tirk) be. Di bernameyê de pisporê mexdûriyeta îstîxbarat û muxbiriyê, Schmidt-Eenboom vê sepana elektronîk weke “Rêbaza Dijîtal a Gestapo” terîf dike.
Ev sepana hanê bê pere dikare serbest di ser Google Play Store û App Store re bên daxistin û li telefonên destan bê barkirin.
Yek ji mexdûrên vê sepana hanê, ji REPORT MAINZ´ê re dibêje, wî li ser hesabê xwe yê Facebookê rexne li Erdogan girtine, jê re kotiye dîktator û tiştên wisa. Paşê di ser Facebookê re kesek peyamekê jê re dinivîse: min giliyê te kir, û cara bê, dema tu çûyî Tirkiyeyê ji bo te xelasî êdî wê nebe.”
Weke delîla giliyê xwe jî vî muxbirê navê xwe veşartî, wêneyê ekrana telefona xwe şandiye ku li serê xuya dike wê ew sepana hanê bi kar aniye ji bo gilî bike.
Pisporê îstîxbaratê Erich Schmidt-Eenboom jî di bernameyê de bangê li meqamên Elman dike ku dest werdin vê meseleyê: “Ev sepana hanê ya polîsê Tirk ne tiştekî din e, ew tenê rêbazeke Gestapo ya dijîtal e ku tundrawên neteweperest ber bi wê yekê ve diajo ku dijberên Erdogan dafdin nav sîstema tepisandinê ya li Tirkiyeyê.”
Gestapoya dijîtal
Li gorî Schmidt-Eenboom ev awayê gilîkirinê bi awayekî xirab ewlekarî û nîzama giştî dixe tehlûkeyê û qanûnên elaqedarî wê jî binpê dike, û vê fikra xwe wiha rave dike: “Ji bo mexdûran ev sîxuriyeke ji bo çerxa polîs a gelekî zextker a Tirk e li ser erdên Elmanyayê ku encamên wê gelekî bi tehlûke ne. Ev jî bi ya min sûcê min behsa wê kirî teşkîl dike. Li vir erka polîsê biyaniyan e ku muxbir û sîxurên bi vî rengî dersînor bikin.”
Tam nayê zanîn bi vê sepanê ji Ewrûpayê çiqas gilî hatine kirin, lê li gorî daneyên wezareta karên hundir a Tirk, bêhtirî 20 hezar dozan tenê di nava sala 2018´an de ji ber nivîs û parvekirinên li ser medyay civakî li Tirkiyeyê hatine vekirin. Li gorî bernameya REPORT MAINZ´ê gelekan ji van dozan jî dest pê kiriye di encama giliyê sixûrên bi pere û yên ku bi dilê xwe muxbiriyê dikin ên ji Elmanyayê.
Tirkiye sûcê xwe diparêze
Dewleta Tirk û parêzerê konsolosxaneya wê ya li Munchenê Serdal Altuntaş bi xwe dibêje, ev sepanek e ku piştî guhertina qanûnî ya li Tirkiyeyê ku destûrê dide ji bo sûcên li derveyê Tirkiyeyê jî gilî bên kirin.
Hasil wiha diyar e ku Tirkiye ne tenê li Rojhilata Navîn, lê li welatên mîna Elmanyayê jî pişta xwe dide alîgirên xwe yîn nijadperest û serweriya van welatan eşkere binpê dike. Êdî gelo ev mijarên hanê ku elaqedarê azadiya mirov û mafê mirovan e, wê 28 û 29 Îlonê di serdana dîktator Erdogan a li Berlînê de bên minaqeşekirin yan na. n FRANKFURT