Êrîşên hewayî yên Artêşa Tirk li hemberî başûrê Kurdistanê ji aliyê gelê Başûr bû sedema nerazîbûnan. Piştî 4 jê zarok bi tevahî qetilkirina 7 sivîlan nerazîbûnên li Başûr derketin asta jor. Ciwanên Kurd ên li Başûr bûn Mertalên Zindî û berê xwe dan herêma ku kesên sivîl lê hatin qetilkirin. Her wiha li gelek bajarên Başûr çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Çalakiyên protestoyî bi vê yekê bi sînor neman û “Însiyatî ji Dagirkirina Kurdistanê Re Na“ hate avakirin.
Endamên Însiyatîfa Ji Dagirkirina Kurdistanê Re Na ku li dijî êrîşên hewayî yên li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê hate damezirandin ji bo rakirina baregehên Tirkiyeyê yên li Bamernî, Batofa û Kanîmasiyê bên rakirin xwestin li bajaroka Bamerniyê ya bi ser navçeya Amedeyiya Duhokê mîtîngê li dar bixin. Ji bo mîtîngê ewil destûr hate dayîn lê piştre hate qedexekirin. Bi sedan kesên ku ji Duhok, Amediye, Akre, Bakirman, Zaxo, Delalok, Şeladiz û Qedîşê hatin jî di ketina Bamerniyê de hatin rawestandin. 

Însiyatîf bi israr e 

Endamên însiyafê bi hêzên asayîşê re hevdîtin pêk anîn lê encamek bi dest nexistin. Hate zanîn ku hêzên asayîşê bersiva „cihê ku hûn dikevin qada leşkerî ye. Serokê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê jî û destûrê bide nabe, em ê destûrê nedin we“ daye endamên însiyatîfê. Endamên însiyatîfê jî diyar kirin ku destûr bê dayîn jî neyê dayîn jî ew ê heta êvarê li ketina Bamerniyê bisekinin.

Endamên însiyatîfê diyar kirin ku balkêş e destûr piştî hevdîtina Serokomarê Iraqê Celal Talabanî û Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul a bi telefonê hate betalkirin.

DÎHA/HEWLÊR




Reutersê anî rojevê


Ajansa nûçeyan a Ruetersê nivîsand ku Iraq ji êrişên Tirkiye û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê bêzar e û bal kişand ser baregehên leşkerî yên artêşa Tirk ên Bamernê û bajarokên din ên Başûrê Kurdistanê.
Reutersê nivîsand ku terikandina leşkerên DYA’yê li Iraqê bila li aliyekê be, lê niha jî qereqolên pêş ên hêzek din a NATO’yê ango Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê heye. Reuters nûçeya xwe dispêre rayedarên Iraqî û diyar dike ku di salên 1990’î de bi erêkirina Iraqê, li navçeyên Bamernê, Şêladiza û gelek bajarokên din ên Herêma Kurdistanê nêzî 1300 leşkerên Tirk weke qereqolên ‘çavdêr hatine bicihkirin.
Di nûçeyê de tê gotin; “Ev qereqolên li pêş bi dîwarên li hemberî teqînan xwegir hatine dorpêçkirin û di van baregehan de gelek tank, qemyon û wesayîtên zirxî hene. Gelek bircên wê yên çavdêriyê hene, nobedar her tim derdorê kontrol dikin.” 
Ji peywirdarên rêveberiya herêmî ya Şêladiza Abdullah Ganju ji ajansê re diaxive û dibêje; “Heta niha kesek ji min nepirsiye bila ev yekîne li vir bimînin an na. Ev jî tê dişibe mînaka ku kesek di mala te de mêvan be, li aliyekê êrişê te bike û li aliyê din jî ji te nefretê bike.” 
Di nûçeyê de tê gotin ku kuştina 7 kesên sivîl ên ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve bandore li têkiliyên Enqere û Hewlêrê kir û ji ber vê bûyerê hikûmeta Iraqê bang li balyozê Tirk ê li Bexdayê kir û ev rewş bû sedem ku parlementerên Kurd jî daxwaza girtina baregehên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê bikin.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku êriş dibin ser “baregehên PKK’ê” lê belê, êrişên hewayî yên artêşa Tirk û topbaran Îranê gumanên ku dixwazin li ser petrol zengîn a herêmê piştî vekişîna hêzên leşkerî yên DYA’yê bibin xwedî bandor, bi xwe re tînin. 

‘Kontrolkirina PKK’ê ne gengaz e’ 

Di nûçeyê de hate balkişandin ku endamê NATO’yê Tirkiye bi polîtîkayên xwe yên bi îdia ku li Rojhilata Navîn di warê dîplomatîk û siyasî ve pêş dikeve, ev demeke dirêj e bi awayekî agresîf li derfetên razemeniyê digere, razemeniya wê ya ji bo Herêma Kurdistanê ku tê texmînkirin ku 45 varîl petrola xam li wê herêmê heye dê ereban aciz bike.”

LONDON