Ev mozaîkên hanê ji Antakya antîk in ku bi navê Antakya ad Kragum bi nav dibû. Li gorî arkeologan, gava xelk hingê diçû qedimgehên amî gelekî muhtemel e ku van mozaîkan kenê wan û kêfa wan dianî. Serdema em behsê dikin jî qedarê beriya niha bi 1800 salan e. Ev mozaîkên li ser zemîna qedimgehên amî eşkere ji mîtolojiyê ye: Narcissus heyranê firaxên xwe yên mêraniyê ye û Ganymede bi xwe bi teyrekî firaxên xwe yên mêraniyê dide paqijkirin.
Axir, arkeolog pêşî metel mane, lê paşê ji xwe re gotine, ji bo mirov qenc li wan serwext bibe, divê bi mîtolojiya Yewnanan zanibe. Arkeolog Michael Hoff ji Zanîngeha Nebraska-Lincolnê di dewamê de axirî dibêje, “Lê weke ku xuya ye, henek û mîzaha tuwaletan gerdûnî ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN