
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Şervanan dest bi xebatên paqijkirina derdora nexweşxaneyê kirine. Şervanên QSD’ê bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Çeteyên biyanî yên di bajar de mabûn ji aliyê şervanan ve hatin kuştin. Şervanan niha jî dest bi xebatên paqijkirina mayîn û bermahiyên çeteyan kirin. Fermandarên QSD’ê ji nava bajar ragihandin ku bajar ji çeteyan hatiye pqaijkirin û niha xebatên paqijkirina bermahiyên çeteyan li derdora nexwexşaneya Wetenî ya Reqayê tê kirin. Fermandariya QSD’ê destnîşan kir ku wê di demên pêş de derbarê mijarê daxuyaniyeke fermî bidin.

Bermayiyan paqij dikin
Du roj berê jî QSD’ê dest bi qonaxa dawî bi navê “Ednan Ebû Emced” ya rizgarkirina bajarê Reqayê kir.
Îro jî şervanên QSD’ê 99 ji sedîyê bajarê Reqayê ji çeteyan paqij kirin. Hîn jî xebatên paqijkirina bajar ji bermahiyên çeteyan û hin şandeyên biçûk ên çeteyan didomîne.
Şervanên QSD’ê hîn jî xebatên paqijkirina hin deverên ku çete tê de mane didomîne.

Bi du baskan dest pê kiribû
Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê bi beşdarbûna 9 hezên di bin banê QSD‘ê de destpê kir. Tîma Siqûr Reqa, Lîwa El-Tehrîr (Tûgeya Rizgariyê), YPG, YPJ, Tabûra Şehîdên Hemam Tirkumen, Lîwa Ehrar Reqa, Lîwa Siwar Til Ebyed ( Tûgeya Şoreşgerên Girê Spî), Meclîsa Leşkerî ya Suryan ji 2 baskan ve dest bi hemleya Xezeba Firatê kirin.
Piştî çend seatên ji îlankirina pêngavê, şervanên Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD) ji du baskan ketin tevgerê û ber bi pargehên çeteyên DAIŞ‘ê yên gundewarê bakurê Reqayê pêşde çûn. Ji Baskê yekem ê Silûk şervanan 10 km pêşde çûn, baskê duyemîn ji bajaroka Eyn Îsayê 10 km pêş ketin.
Şervanan derbeyên li çeteyan xistin û bi dehan gundên Reqayê rizgar kirin. Bi destpêkirina hemelyê re QSD’ê tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan saz kirin û dest bi rizgarkirina sivîlan kirin. Şevanan bi hezaran sivîl ji çeteyan rizgar kirin û birin cihên bi ewle.
6’ê Hezîranê Cenga Mezin dest pê kir
Pêşveçûnên Hêzên Sûriya Demokratîk a ber bi bajarê Reqayê berdewam kir. Şervanan di destpêka meha hizêranê de gihan ketina bajêr û di 6 mehê de bi daxuyaniyekê bi dawîbûna pêngava çaremîn ragihand û pêngava “Cenga Mezina a rizgarkirina tevahî bajarê ji çeteyên DAIŞ‘ê ” ragihand.
ANHA/REQA
Klara Reqa: Li Rêber Apo pîroz dikin

Fermandara QSD’ê ku yek ji fermandara Cenga Mezin, Pêngava Rizgarkirina Reqayê ye, derbarê rizgarkirina Reqa ji Stêrk Tv re axivî û got, ‘Em van kêliyên dîrokî li Rêber Apo pîroz dikin.’’
Fermandara QSD’ê ku yek ji fermandara Cenga Mezin a Rizgarkirina Reqayê bû ji Stêrk Tv re axivî, mîzginiya azadiya Reqayê ragihand û got, ‘’em van kêliyên dîrokî di serî de li Rêber Apo pîroz dikin.’’
Fermandara QSD’ê wiha axivî: “Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqayê, Pêngava Cenga Mezin ku hatibû destpêkirin hate dawiyê, em aniha kêliyên dîrokî, kêliyên azadiyê, kêliyên serkeftinê dijîn. Niha di keleha DAIŞ’ê de alên keskesor, alên YPG-YPJ’ê, QSD’ê pêl bi pêl li ba dibin. Ku ji bo vê gelek berdêlên giranbiha me da.
Kêliyên gelekî dîrokî ne. Hîsên gelekî hêja û giranbiha ne. Em van kêliyan, vê rizgarkirinê, bêguman di serî de li afirînerê felsefeya jiyana azad, ê ku em hînî neteweya demokratîk, biratiya gelan kirin û bi tîpên zêrîn bi berdêl da nivîsandin, li Rêber Apo pîroz dikin.
Her wiha dîsa li hemû şehîdên şoreşê, şehîdên ku dawiya rizgarkirina Reqayê nedîtin û berdêleke mezin canê xwe feda kirin; li şervanên ku di çeperan de heta niha jî têdikoşin, li ber xwe didin; li hemû dayikên şehîdan, ku bi berdêl ev keleha mêjiyê DAIŞ’ê dane hilweşandin û rizgarkirin; li tevahiya gelê xwe yê welatparêz, li kîjan parçeyê welat be, an li derveyî welat be, li Rojhilata Navîn, van kêliyan dîrokî, vê kelecaniya xwe bi her kesî re par ve dikin û em bi van hîsan rizgariya Reqayê li wan pîroz dikin.’’
Kobanê ne ket, Reqa ket
DAİŞ a bi desteka Tirkiyeyê êrîşeke mezin anî ser Kobanê û li dij vê êrîşê şervanên YPG’ê, YPJ’ê û gelê Kobanê berxwedaneke dîrokî meşandin û yekemîn têkçûna DAİŞ’ê li vir pêk hat. Di wan rojên ku şerê giran domdikir de Recep Tayyip Erdogan ku wê demê serokwezîrê Tirkiyeyê bû li Dîlokê kefxweşiya xwe ya bi pêşketina DAİŞ’ê bi gotinên „Kobanê ha ket ha dikeve“ anîbû ziman. Lê belê beranberî vê yekê Kurdan bi berxwedaneke dîarokî hemû hesab serobino kirin. Tevî ku berxwedana Kobanê bi serkeftin bi encam kirin, herêmên Bakûrê Sûriyeyê heta bi Tebqa û Reqeyê ji çeteyan paqij kirin. Doh mizgîniya azadkirina Reqayê ya DAİŞ’ê ji xwe re mîna paytext destnîşan kiribû hate dayin, niha jî li Dêrazorê hêzên QSD’ê gav bi gav herêmê paqij dikin.