
Meclîsa Qanûnsaziyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Demî, îro li bajarê Amûdê civiya û Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê îlan kir. Meclîsê hin xalên Hevpeymana Civakî (Destûra Bingehîn) a Rojavayê Kurdistanê jî guhert.
Di civîna li Amûdê de hemû endamên Meclîsa Qanûnsaziyê amade bûn. Serokê Dîwana Qanûnsaziyê Abdulkerîm Umer axaftina vekirinê kir û bi zimanên Kurdî, Sûryanî û Erebî endamên meclîsê silav kir.
Li dû axaftinê navê endamên meclîsê yek bi yek hat xwendin. Dûre jî Hevpeymana Civakî hat xwendin û hin xalên wê hatin sererastkirin.
Di wezaretan de nûnertiya gelan
Di civînê de piştî ku ji bo Serokatiya Kantona Cizîrê û Wezaretên wê pêşniyar hatin kirin, Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê hat îlankirin. Rêveberî ji Serokatiya Hikûmetê û 22 Wezaretan pêk tê. Ji bo Serok û Wezîran modela rêveberiyê ya sê kesan hat pejirandin. Li gorî vê eger Wezîr Kurd be, alîkarên wî/ê dê Ereb û Sûryanî bin.
Her Kanton wê xweser be
Meclîsa Qanûnsaziyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di civînên xwe yên 6-7’ê Çileyê de Rojavayê Kurdistanê bi rêveberiya sê kantonan diyar kiribû: Cizîr, Efrîn, Kobanê. Her kanton wê rêveberiya xwe ya xweser ava bikin.
Di heman civînan de Hevpeymana Civakî ku Destûra Bingehîn e hatibû qebûlkirin û modela rêveberiyê li ser çar lingan hatibû rûniştandin: Sîstema Kanton, Meclîsa Qanûnsazî, Rêveberî, Edalet û Desteya Hilbijartinê ya Bilind.
Meclîsa Qanûnsazî ku Kurd, Ereb, Asûrî-Sûryanî, Çeçen û Ermenî tê de tên temsîlkirin, Rojavayê Kurdistanê weke parçeyek ji Sûriyeya pêşerojê ya xwe naspêre sîstemeke navendî, dinirxîne.
Serokatiya Kantonê û 22 wezaret
Ji bo Serokê Kantona Cizîrê Ekrem Heso hat hibijartin û ji bo alîkarên wî jî Elîzabet Gewriyê ya Sûryanî û Husên Ezem ê Ereb hat destnîşankirin.
Di civînê de 22 wezîr hatin diyarkirin û hemûyan bi sondxwarinê dest bi wezîfeyê kirin. Ji bo Wezaretên Maliye, Bazirganî û Aboriyê, wezîrên jin hatin hilbijartin.
Wezîrê Karên Derve: Salih Gedo
Wezîrê Karên Hundir: Kenan Bereket
Wezîrê Edaletê: Abdulhamit Bekir
Wezîrê Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan: Abdulmenar Yoxo
Wezîra Maliye: Remziye Muhammed
Wezîrê Perwerdeyê: Mihemed Salih Abo
Wezîrê Çandiniyê: Abdulmecid Sebri
Wezîra Bazirganî û Aboriyê: Siham Kiryo
Wezîrê Bazirganiya Navxweyî: Temer Hesen Cahid
Wezîrê Malbatên Şehîdan: Rêzan Gulo
Wezîrê Çandê: Mehawan Mihemed Hesen
Wezîrê Ragihandinê: Mihemed Hesen Ubeyd
Wezîrê Enformasyonê: Salal Mihemed
Wezîrê Spor û Ciwanan: Mihemed Îsa Fatimî
Wezîrê Hawirdor û Tûrîzmê: Lokman Ehme
Wezîrê Karên Olî: Şêx Mihemed Qadirî
Wezîra Karên Jin û Malbatê: Emîne Umer
Wezîrê Mafên Mirovan: Senherid Basom
Wezîrê Parastina Rewa: Abdulkerim Saruxan
Wezîrê Elektrîk, Pişeyî û Çavkaniyên Binerdê: Suleyman Xelek
Wezîrê Xebat û Bicihkirina Karkeran: Dijwar Ehmed Axa
Wezîrê Tenduristiyê: Abdulmecid Sebrî
ANHA/AMÛDÊ