Berdeva Xezeba Firatê, Cîhan Şêx Ehmed mizgîniya rizgarkirina taxa El-Sukne ya navenda bajarê Reqayê da û ragihand: “Li taxên Mirûr, Emîn û Mensûrê şer dewam dike.” 

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ya 6´ê Hezîranê destpêkirî dewam dike û kêm mayê bajêr bi temamî bête rizgarkirin. Ji Fermandarên QSD`ê Rojda Felat doh ragihandibû ku bajarê Reqayê sedî 70 ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin.

Derbarê  pêşveçûyînên dawî yên pêngavê de, Berdevka Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed agahî da û diyar kir ku hêzên wan taxa El-Sukne ya navenda bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê paqij kiribû û li taxên Mirûr, Emîn û Mensûr jî şerekî dijwar rû dide. Cîhan diyar kir ku li her sê taxên navbirî yên navenda bajarê Reqayê şerên dijwar rû didin û teqez kir ku ew ê di demeke kurt de wan taxan jî ji çeteyan bistînin.

Berdevka Xezeba Firatê anî ziman ku ew ê di demeke nêz de mizgîniya rizgarkirina çerxereya El-Neîm ku çeteyên  DAIŞ`ê nav lê kiribûn çerxereya (El-Cehîm) bidin gelê Reqayê û wiha pê de çû: “Çeteyên DAIŞ`ê li çerxereya El-Neîm kiryarên li dijî mirovahiyê pêk dianîn. Em soz didin, di demeke kurt de ew çerxerê wê were  rizgarkirin”. 


 REQA