Ji bo rizgarkirina Şengalê Hêzên Kurdistanî doh serê sibehê operasyoneke berfireh a ji bo rizgarkirina Şengalê dane destpêkirin. Koalîsyona Navneteweyî jî bi bomberdimana çeperên DAIŞ'ê destekê dide operasyonê.

Hêzên HPG,YJA-STAR, YBŞ, YJÊ û pêşmergeyan ku li Şengalê di nava berxwedaniyê de bûn li dijî çeteyên DAIŞ’ê Operasyona Azadkirina Şengalê dane destpê kirin. Hêzên Kurdîstanî li navenda bajarê Şengalê û li nezîkî sînorê Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê operasyon dan dest pê kirin. Hêzên HPG,YJA-STAR, YBŞ û YJÊ pêr 5 gûndê ku dikevin rojavayê Şengalê ên di xeta sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê rizgar kiribûn. Di encama operasyonê de doh jî gundê Kizilkent hate rizgarkirin û rêya di navbera Şengalê û Holê ya bi navê Solak-Til Efar jî kete bin kontrola YBŞ û YJÊ. Di encama operasyonan de du maşîneyên leşkerî bi navê hammerê ku tijî bomba û gelek cepilxane bûn hatin desteserkirin. Dema nûçeya dihate amadekirin de agihiyên ku hêzên gerîla û hêzên YBŞ û YJÊ ên li rojavayê Şengalê ji Kizilkent ber bi gundê Ramnbosî ve pêşde diçin hatin bidestxistin. 


Gel jî destek dide pêngavê

Gelê Şengalê jî bi destpêkirina pêngava rizgarkirinê re çekên xwe hilgirtin û beşdarî operasyonê bûn. Berxwedêrên Şengalî diyar dikin ku ew dixwazin bi gerîlayên HPG’ê re li heman çeperan şer bikin. Şengaliyan anî ziman ku ev saleke li benda vê kêliyê bûn û bang li Şengaliyên koçberî derveyî welêt bûne kirin ku vegerin ser xaka xwe. 


‘Em ê tevahiya Şengalê rizgar bikin’

Di derbarê operasyonan de Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal û Fermandara YJA-STAR'ê Nûjîn Amed ji çapemeniyê re axivîn. Fermandaran diyar kirin ku ewê mizgîniya azadkirina Şengalê bidin tevahiya gelê Kurd bi taybetî jî civaka Êzîdî. 

Mazlûm Şengal ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku wan Pêngava Azadkirina Şengalê dane destpêkirin û destnîşan kir ku hêzên HPG, YJA-STAR, HPŞ û Fermandariya Hevpar a Êzîdxan destekê didin pêngava YBŞ'ê.

Mazlûm Şengal bi bîr xist ku wan di 19'ê Kanûna 2014’an de li navenda Şengalê û derdora wê operasyon dan destpêkirin û di çarçoveya vê operasyonê de 2 taxên li navenda Şengalê û girên li derdorê azad kirin.

Mazlûm Şengal diyar kir ku wan ji bo azadkirina tevahiya Şengalê doh dest bi pêngavek mezin kirin û ew ketin nava pêvajoyeke nû. 


Pêngava Şîlo 

Şengal bi bîr xist ku wan di 8'ê Cotmehê 2015’an de dest bi pêngava Şîlo kirin û wiha berdewam kir: Ev pêngav hîmê destpêkê yê pêngava Azadkirina Şengalê bû. Hîmê duyemîn jî pêngava azadkirian navenda bajarê Şengalê ye. Pêngava me ya sêyemîn jî wê azadkirian derdor û gundên Şengalê be. Em ji niha ve mizgîniya vê didin gelê xwe. Em bawerin ku gelê me wê vê coş û kêfxweşiyê bijî. Û ti carî van rojan ji bîr neke."


‘Me bang li hêzan kir’

Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal da xuyakirin ku weke YBŞ ji bo azadkirina Şengalê wan bang li gelek hêzan kirine û ragihand ku hêzên HPG YJA-STAR, HPŞ û Fermandariya Hevpar a Êzîdxan piştgiriyê didin wan. Şengal got Hêzên HPG, YJA-STAR, HPŞ û Fermandariya Hevpar a Êzîdxan bersiv dan banga wan. 

Mazlûm Şengal di dawiya axaftinên xwe de wiha got: Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê di çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê de, kê berdêl di têkoşîna ji bo Şengalê de dabe, wê destekê bide wan. Di vê çarçoveyê de ji tevahiya gelê me û hevrêyên me re serketinê dixwazim, silavên xwe pêşkêş dikim."


‘Emê jinên dîl azad bikin’

Fermandara YJA-STARê Nûjîn Amed ji Rojnews re di derbarê pêngav rizgarkirina Şengalê axivî û diyar kir ku ew vê pêngavê diyarî hemû şervanên ku di vê tekoşînê de şehîd bûne dikin. Nûjîn Amed wiha got: “Em ê tola hemû hevrêyên ku şehîd bûn bigirin û em ê jinên ku çeteyên DAIŞ’ê dîl girtine jî azad bikin.” 

Amed bal kişan ser têkoşîna ku ew li Şengalê didin meşandin û got ewê soza ku wan daye gel bi cîh bînin. 

Fermandara YJA-STAR di berdewama axaftinên xwe de dazanîn ku ew du sal û nîve li Şengalê dimînin û wiha got: Emê di nava çend rojan de bi encam bikin û Şengalek azad diyarî gelê xwe bikin.” 


 ŞENGAL




PDK beşdariya berxwedanê asteng dike


Ciwanên Êzîdî yên li Başûrê Kurdistanê yên dixwazin tevlî Operasyona Azadkirina Şengalê bibin, rastî astengiya Asayîşa PDK'ê tên. Ciwanan dan xuyakirin, ku ew vê astengiyê qebûl nakin û dixwazin tevlî Operasyona Azadkirina Şengalê bibin. 

Bi sedan ciwanên Êzîdî yên li kampên Dihok, Şêxan û Laleş ên li Başûrê Kurdistanê dimînin, ji bo tevlî pêngava azadkirinê bibin hatin cem hev, lê belê li ser rêya Dîcleyê ya di navbera Dihok û Şengalê de ji aliyê pêşmergeyên Asahîşa Sahîla ve hatin sekinandin û destûr ji derbasbûna wan re nehat dayîn. Ciwanên Êzîdî diyar kirin ku ew vê astengiyê qebûl nakin û nerazîbûn nîşanî pêşmergeyên ser bi PDK'ê dan, ku pêşî li wan digirin. 


 DIHOK