Merasîm bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, Tevgera Civaka Demokratîk, Saziya Malbatên Şehîdan, Partiya Komînist a Kurdistanê, PYD, YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê hate lidarxistin.

Merasîma leşkerî ji aliyê şervanên MLKP’ê ve hate lidarxistin, piştre Fermndara YPJ’ê Çîçek Xemgîn axivî û vekirina tabûrê bi navê ˮŞehîd Seerkanˮ li hemû alîgirên MLKP’ê û malbatên şehîdan pîroz kir û got: ˮEm kêfxweşin ku di roja şehîdan de Tabûra Şehîd Serkan hate ragîhandin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Ferhad Dêrik jî di merasîmê de axivî û got ku di dema pêşng û Şehîd Heki Kerar tê bi bîranîn tabûra ˮŞehîd Serkanˮ hate ragîhandin û wiha dom kir: ˮBi berxwedana tekoşer Heki Kerar û hevalên wî PKK’ê hate damezirandin û ji bo rizgarkirina gelê Kurd bi hezaran şehîda dane. Em dibînin îro li Roajva bi hezaran ciwan li ser riya tekoşer Heki Kerar, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Egîd û şehîd Serkan, dimeşin.ˮ

Di merasîmê de Serkê Desteya Parastinê yê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan ragîhandina tabûra ˮŞehîd Serkanˮ li hemû gelê Rojhilata navîn pîroz kir û got: ˮGelek şoreşgerên MLKP’ê li kêleka YPG  û YPJ’ê parastina Rojava dikin. Em berxwedana şoreşgerên MLKP’ê ya ji bo parastina biratiya gelan serbilindin.ˮ 


SERÊKANIYÊ/ANHA