Bêguman rûberdan ne tiştek nû ye, dîroka rûberdan û dîroka mirovahiyê yek e. Heta mirovên berê bi tevahî bi pirç bûn, derfetên wan ê rûyê xwe kurkirin, yan jî qusandinê tine bûn. Piştî hesin hat bikaranin, kêr, gûzan û meqes hatin keşfkirin, hê derfetên rûbirînê bi destê mirovan ket. Di pirraniya dîrokê de rû û simêl dirêjkirin wek remz û nîşaneyê mêraniyê jî hatiye dîtin. Dema mirov li fîlozof û zanyarên dema antîk dinêre, dibîne ku pirraniya wan ser û rû gijik û tevlihev in. Dîroka rû û simêl berdanê ji dîroka baweriyên olî pir pir kevntir in. Ji wê berdana rû û simêlan bi kirin û tevgerên pêximberekî re girêdan, ango wek sunnet destnîşankirin ne rast e. Hin baweriyan ew ananeyên rûberdanê tenê ji civakên beriya xwe wergirtine.

Min hinek li mijara rûberdan û modayê nêrî, her çendî ne tiştek nû ye jî, hin xwebaqilan, yan jî têciran; wek mode nîşandane, heta kîjan formê rû li kîjan rûçikê, li kîjan porî, yan jî li kîjan cil û bergan tê, destnîşan kirine. Hinan gotina; “jin ji filan rûyî hez dikin, ji bêvan rûyî hez nakin” derxistine pêş. Hin psîkologan jî forma berdana rû bi kesayetiya mirovan ve girêdaye. Hin mêran bi berdana rû xwe wek mêrê nûjen ango modern dîtiye. Hin ciwanan jî rûyê navdaran texlît kiriye. Ango hene û hene...

Di nava me de gelek çîrokên li ser rû û simêlan hene. Mînak yekî rû û simêlê wî tevlihev bûye ku li hin cihan ev pîr e, li hin cihan koçek û şêyx e. Her kî dibe! Yek ji wan rojekê dibe mêvanê malekê, malxwê mêr ne li mal e, ya jin li ser û çavên wî dinêre lê dev nabîne, ji wê xwarin nadiyê. Dema hevjînê wê tê mal, jê dipirse; ka we xwarin û çay daye mêvan yan na. Jinik jî vê bersivê dide, “Devê wî tune ku ez nan û çayê bidimê!...”

Di baweriyên xwezayî de, cihekî pîroz ya rûberdanê hebû. Hîna îro jî di nava gelek baweriyên Kurdan de wek Yarsaniyên bakur (Elewî), Êzdayî, simêl kurkirin guneh e. Lê li van sih - çil salên dawiyê ev bawerî tenê di gotinê de maye. Seyîd, pîr, koçek, şêyx û bawermendên din bi pirranî rû û simêlan kur dikin. Yanê ew rengê berê zêde nemaye. Demên berê hemû mêran simêl û rû berdida, lê niha bi pirranî simêl û rûyên xwe kur dikin.

Rûkurkirin rengekî paqijiyê dide, reng û rûyê mirovan zelal xuya dike. Kesên rojane rûyên xwe kur dikin, wek kesên bi rêk û pêk tên zanîn. Rûkurnekirin rengekî xweranedînê, rengekî pejmurdetiyê, rengekî qirêjiyê jî dide. Şervan û gerîla ne tê de, ji ber ku derfetên wan gelek kêm û dema wan jî têrê nake, carnan bi rojan firsenda xwarinê jî nabînin. Lê ciwanên li welêt û Ewrûpayê ji traliyê, yan jî wek Ewrûpî dibêjin qaşo “coo” xuya dike, lema berdidin.


Çima ev mijar?

Mixabin, gelek mixabin ku bi hatina bayê xapînok ê DAIŞ´ê, yan jî tundrawên dînî re, hima bigire ew forma rûberdana tundrawên hov û wehş li her derê wek mode rûnişt. Hemû ciwan rû berdidin, hem jî rûyê reş yên wekî yê DAIŞ´iyan bi qirêj. Xwerû jî li Rojhilata Navîn wek rêbazeke xwe Îslam nîşandayînê hatiye pejirandin. Pirraniya ciwan û mêrên bêbawerî jî ji bo xwe li gor vê rêbazê îslam nîşan bidin, yan jî xwe û rastiya xwe di nava rûyê reş de veşêrin, rû berdidin. Tundrawên dînî li Ewrûpayê jî vê wek remza Îslambûnê dibînin û bi wê nîyetê rû berdidin. Heta hin ji wan ji bo ku bikanin xwe hê îslamtir nîşan bidin, rû berdidin û simêlan jî kur dikin. 

Ev nexweşiya tundrawên dînî, wek tiştekî qaşo “cool” di nava xortên Ewrûpayê de jî belav bûye. Xwerû jî tundrawên dînî bi vê modeyê gelek serbilind in. Heta di hin gengeşiyan de civaknas û mirovên tundrawên dînî, dibêjin; “rêbaza îslamîstan li cihanê hetanî radeyekê xwe daye pejirandin” wek gava yekemîn jî rûberdanê destnîşan dikin.

Encam: Dema kesên rûspî rû berdin, xweşiyek û xwezayiyeke taybet dide. Gerîla û şervan berdin, ê wan ji bêderfetiyan e. Lê yên ku rûyê wan hê spînebûye, dem û derfetên wan têra xwe heye, rû berdin, ev ne rasterast jî be, tevî vê rêbaya tundrawên dînî dibin. Divê em vê modeya îslamîstan jî pûç bikin. Hadê xortino, dev ji rûreşiyê berdin!...