Derar: Têgeha nenavendîbûna demokratîk divê bê naskirin, ew sîstemeke siyasî ye ku tê de civandina nenavendî bi awayekî demokratîk dibe, ji bo ku gel bibe çavkaniya hikûmetan û gel bikare hikûma xwe bi xwe pêk bîne.
Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî li Eywana Newrozê ya bajarê Kobanê bi beşdarbûna gelek kesayet û partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û nûnerên ji muxalefeta Sûriyê ya derve û hundir, pêk tê.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî bi dirûşma “Ji hevpeymana civakî ya Sûriyê ber bi serdema nû ya demokratîk ve” organîze kir.
Ji hundirê Sûriyê kesayetên siyasî, serbixwe, çalakvanên mafên mirovan, siyasetvan, nivîskar, rojnamevan, nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha nûnerên ji hêzên muxalefetê yên hundirê Sûriyê wekî Partiya Îradeya Gel, Komeleya Celadet Bedirxan, Şepêla Paşerojê ya Kurdistanê, Kutle Wetenî ya Demokratîk, Şepêla Mecd a Sûriyê, Şepêla Niştîmanî ya Demokratîk ji bo Ilmaniyê, Partiya Demokratîk a Civakî, Komîteya Xebata Niştimanî, Şepêla Guhartinên Aştiyane, êlên Ereban, Koalîsyona Niştîmanî ya Demokratîk, Partiya Ciwanan, Partiya Sûriyê ya Neteweyî ya Civakî û gelek rêxistin û partiyên din tev beşdarî diyalogê bûn.
Hemû rengên Sûriyê
Ji derveyî Sûriyê jî nûnerên ji Şepêla Çepgir a Şoreşger, Partiya Destûrê ya Sûriyê, Navenda Esbar a Lêkolînên Stratejîk, Şepêla Sûriyê ya Sererastkirinê, Şepêla Niştimanî ya Azad û serokê berê yê Itilîfa Wetenî ya Hêzên Şoreşê û Muxalefetê Besam El-Melk beşdarî diyalogê bûne.
Her wiha Hevserokê Meclisa Sûriyê Demoratîk Riyad Derar û Emîne Umer, Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Ilham Ehmed û 132 delege tevlî diyalogê bûn.
Piştî bibîranîna şehîdan, Emîne Umer bixêrhatina beşdaran kir û got, armanca wan ji vê hevdîtinê yekbûna nêrîna çareseriya aloziya Sûriyê ye.
Ber bi serdema nû ya demokratîk ve
Hevserokê MSD’ê Riyad Derar di komxebatê de îşaret bi ser dema hevdîtina diyalogê û têkçûna DAIŞ‘ê kir û got, “Bi lidarxistina diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn, dema serketina li ser terorê ye û bidawîbûna DAIŞ‘ê li Baxozê ye. Lê ji niha û pê ve divê em li pey şaneyên wan bikevin, ji ber wê bibin asteng da ku jehra wan di tarîtiyê de belav nebe.”
Diyaloga sêyemîn bi dirûşma “Ji hevpeymana civakî ya Sûriyê ber bi serdema nû ya demokratîk ve” bi beşdarbûna 132 kesayetên siyasî û mafparêz ji opozîsyona ji derve û hundirê Sûriyê, her wiha nivîskar û rojnemevanan tê lidarxistin.
Derar wekî din got, “Têgeha nenavendîbûna demokratîk divê bê naskirin, ew sîstemeke siyasî ye ku tê de civandina nenavendî bi awayekî demokratîk dibe, ji bo ku gel bibe çavkaniya hikûmetan û gel bikare hikûma xwe bi xwe pêk bîne. Ew yek jî bi rêya nûnerên herêman e.”
Destûra Sûriyê tê guftûgokirin
Komîteya Amadekar a Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî doh her wiha reşnivîsa “Destûr û rêgezên destûra Sûriyê” pêşkêşî beşdaran kir. Doh gava nûçeya me dihat amadekirin, guftûgo li ser reşnivîsê dihatin kirin.
Di vê reşnivîsê de xalên sereke ku ji bo destûra Sûriyê tên pêşniyazkirin jî ev in:
- Jêdera tekane ya qanûnsazî û desthilatdariya gel e.
- Dewleta Sûriyê wê hevpeymanên Neteweyên Yekbûyî, rêgezên rewa yên mafên mirovan û hevpeymanên navneteweyî û qanûnên navneteweyî pêk bîne û çênabe qanûnên li dijî van qanûnan û hevpeymanan derxe.
- Sûriye dewleteke pirreng e û gelek netewe û ol tê de hene. Her wiha olê ji dewletê qut dike û xwe dispêre nenavendîbûna demokratîk. Ev nenavendîbûn jî nimûneya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
- Serwerî, ya gel e û nabe ku kesek an jî partiyek an jî komek nikarin bixin ber xizmeta xwe û gel bi rêya hilbijartina demokratîk bi qanûna hilbijartinê adil û zelal serweriyê bi kar bîne. Sîstema navendên hilbijartinan li ser esasê nenavendîbûna demokratîk be û her sê desthilatdarî ji hev werin qutkirin (rêveberî, qanûnî, dadmendî).
- Doza Kurd li Sûriyê doza neteweyî û demokratîk e. Destûra Sûriyê itîrafê bi mafên neteweyî yên rewa yên gelê Kurd dike.
- Îtiraf bi destûrê bi hebûn û nasnameya neteweyên Suryan û Aşûrî û zimanê Suryanî zimanekî neteweyî yê fermî ye.
- Jin di aliyê siyasî, çandî, aborî û civakî de werin beşdarkirin, xurtkirina beşdarbûna jinan di çêkirina biryaran de, her wiha beşdarî xebata parastina rewa û ewlehiyê bibin.
- Mîsogerkirina tam a dadgehan û avakirina desteyên dadê yên serbixwe û bi awayekî azad kar bike û parastina wê ji destwerdanên derve yên wekî desthildariya rêveberî, qanûnsazî û hwd.
- Rakirina zilmê û hemû siyasetên cudakeriyê û encamên wê li ser kesên ku zirarê dibînin û tezmînkirina berdêlên wan kesan.
Gava ku nûçeya me dihat amadekirin, nîqaşa li ser mijarê dewam dikir.
18`ê Tîrmeha 2018`an, MSD`ê Diyaloga Sûrî-Sûrî ya yekemîn li dar xist û 2 rojan dewam kiribû. 28`ê Mijdara 2018`an jî, MSD`ê Diyaloga Sûrî-Sûrî ya duyemîn li dar xist û wê jî 2 rojan dewam kiribû.
ANHA / KOBANÊ