
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye: “Em Xweseriya Demokratîk a Cizîrê ya gelê me yê li Rojava di 21’ê Çileya 2014’an de îlan kir û rêveberiya demî ya bi hilbijartinê diyar bû pîroz dikin, di karê wan de serketinê dixwazin, wan silav dikin. Em coşa û kelecana gelê xwe ya ji ber pêkanîna azadiyê, ku xewna sed salan bû, ji dil parve dikin. Şehîdên şoreşê yên ev roja dîrokî û watedar bi gelê me dan jiyîn, bi minnetdarî bibîr dîtin û li pêşberî bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Di serî de jin û ciwanên ku di azadkirina Rojava de bi awayekî fedayî rola diyarker lîstine, ji heft heta heftê salî tevahiya gelê xwe yê ked dane vê şoreşê ji dil pîroz dikin. Û em ji wan bawer in ku mîna pêkanîna şoreşê, ewê rêveberiyên xwe yên azad bi biryardariyeke mezin biparêzin û xurt bikin.”
Şoreşa gelan e
Di berdewamiya daxuyaniya KCK’ê de wiha hat gotin: “Her wiha em gelên asûrî, suryanî, ereb, ermenî û civatên din ên qewmî û baweriyên cuda yên di azadkirina Rojava de têkoşiyan û ked dane, ji ber berxwedana wan wan pîroz dikin û destnîşan dikin ku baweriya me ji sedî sed e ku ev gelên xwediyê şoreşê mîna dema şoreşê wê ji niha û pê ve jî mîna xwişk û bira bi hev re bijîn. Şoreşa Rojava bê şik û bê guman, şoreşeke rastîn a gel e. Cihgirtina hemû civatên qewmî û bawerî yên li Kurdistanê di nava rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, nîşaneya berçav a vê yekê ye. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê, ji bo hemû gelên li herêmê di nava aştî û azadiyê de bi hev re bijîn, modeleke bedew e.”
Em li gel civakên bindest in
Daxuyaniya KCK’ê wiha bi dawî bû: “Îlana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê, ji bo tu hêzên alîgirên aştî û demokrasiyê ne gefeke, berevajî mînaka berçav a rê û rêbazên çareseriya pirsgirêkên bawerî û qewmî ye. Îlana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê ya li rojavayê Kurdistanê, ji bo afirandina Sûriyeya Demokratîk a hemû pirsgirêkên xwe bi diyalog û aştiyê çareser dike, çavkaniyeke mezin a hêz û îlhamê ye. Weke KCK em her tim li cem gelê xwe ye li Rojava û hemû civakên bindest bûn. Ji niha û pê ve jî emê li cem gelê xwe yê azad bûye û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk îlan kiriye, cih bigirin. Li ser vê bingehê em careke din Xweseriya Demokratîk a Cizîrê ku gelê me di 21’ê Çileya 2014’an de îlan kiriye pîroz dikin, ji rêveberiya hatiye hilbijartin re di wezîfeyên wan ên pîroz de serketinê dixwazin.”
ANF/BEHDÎNAN
Li Amed û Nisêbînê şahiya xweseriyê
Li Amed û navçeya Mêrdîn Nisêbînê di xwepêşandan û şahiyên hatin lidarxistin de, Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê hat silav kirin.
MÊRDÎN: BDP’a Navçeya Nisêbînê bi tevlibûna saziyên sivîl ên civakî, Xweseriya Kanton a Cizîra Rojava silav kir. Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê BDP’a Nisêbînê, bi tevlibûna saziyên sivîl ên civakî li kolana Onder îlankirina Xweseriya Kantona Cizîra Rojava silav kir. Di pîrozbahiyê de Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Namzedên Hevşaredar Sara Kaya, Rêveberên BDP’ê mêvanên ku ji Ukranya hatin û gelek kesên din amade bûn. Di pîrozbahiyê de alên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Welatiyan di şahiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî serok Apo” gotin.
AMED: Li navçeya Amed Baglar û navçeya Sur a Amedê jî li ber avahiyên BDP’ê bi sedan kes kom bûn û li ber dahol û zirnê govend girtin. Di pîrozbahiyan de rêvebir û endamên BDP’ê yên navçeyan amadebûn. Di merasîman de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê û KCK’ê û pankartên bi nivîsa “Em xweseriya Demokartaîk a Rojava silav dikin” hatin hildan. Girseyê bê navber dirûşmên “Bijî YPG” qîriyan. Di dawiya şahiyan de bi stranên koma Nujiyan û fîşekên hewayî şahî bi dawî bûn.
PEYAS: Li piştî îlankirina xweseriya Kantona Cizîrê ya Rojava li bajarên herêmê pîrozbahiyên tên li darxistin berdewam dike. Îlankirina xweseriyê li navçeya Peyasa Amedê hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku li ber avahiya BDP’ê hat lidarxistin de bi sedan welatî tevli beşdarî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi rêzdariyê destpêkir li piştî rêzdariyê welatiyan bi dihol û zirneyê govend girtin. Di pîrozbahiyê de tilîlî û dirûşm hatin berzkirin û her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hilgirtin.
NAVENDA NÛÇEYAN
PGDM peyama kêfxweşiyê
Partiya Guherîna Demokratîk a Mezopotamyayê (PGDM ) di daxuyaniyeke weşandiye ya nivîskî de li ser navê gelên Asûrî-Suryanî-Keldanî Xweseriya Demokratîk a Cizîrê silav kir. PGDM’ê di daxuyaniya xwe de got: “Gelên li Rojhilata Navîn dijîn ji bo jiyaneke nû, pergaleke siyasî û ji bo pêşerojeke demokratîk timî têkoşîn meşandine. Ji destpêka sed sala 19’an heya bi roja me ya îro, ji aliyê hêzên hegemon ve bi zanebûn pergalên noker ên herêmî, paşverû û despot li ser gelên herêmê hatine ferzkirin û ji perspektîfa civakî-demokratîk hatine dûrxistin. Em dikarin bêjin ku ev zêhniyeta antî-demokratîk timî, gel, bawerî, ol, mezheb, çand û fikirên li herêmê bi kar aniye. Ferasetên sîstemê yên bi vê rêbazê, ji êş, mirin û sefaletê cudatir tiştekî din nedaye gelan.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ev cara destpêkê ye ku hemû gelên li herêmê dijîn dibin di Xweseriya Demokratîk de bêne gel hev. Ev pêngava dîrokî, ji bo hemû gelan bûye serbilindî û şeref û keramet. Em careke din jî weke PGDM’ê Xweseriya Demokratîk a Cizîre ya gelê me silav dikin; bang li hemû derdoran dikin ku piştgirî bidin Xweseriya Demokratîk a Cizîre!”
Mexmûrê pîroz kir
Meclisa Demokratîka Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi peyamekî nivîskî îlankirina xweseriya demokratîka Kantona Cizirê a Rojavayê Kurdistanê pîroz kirin. Daxuyaniya Meclisê wiha ye: “Di serî de em vê xweseriya demokratîk weke encama têkoşîna azadiyê a 40 salane tê meşandin dibînin û silav dikin. Ev xweseriya ku li ser modela Rêber Apo a demokrasî û aştiyê pêş ketiye, wê ji bo gelên ku di Rojhilata Navînde bi şêweyekî biratî û wekhevî bijîn de bibe pêşengek. Em vê xweseriyê weke têkoşîn dibînin. Di heman demê de ev xweseriya ku dibin pêkhateya netew û meshebên cuda de pêk hat û xwe gihande vê astê em weke xweseriyekî pîroz dibînin. Em hêvî dikin ku ev model wê ji bo pirsgirêka Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û bi teybet jî ji bo krîza Rojhilata Navîn bibe çareserî.”
Herî dawî ev hat gotin: “Bi îlankirina vê xweseriya demokratîk rastiya çanda Kurdistanê jî derketiye pêş. Ji ber wê jî weke bingehê çanda Kurdistan û Rojhilata Navîn a wekhev û demokratîk e. Em dubare weke Meclisa Demokratîka Wargeha Şehîd Rustem Cûdî vê pêngava dîrokî li tevayê gelê Kurd û hemû gelên din yên herêmê pîroz dikîn û serkeftinê ji wanre dixwazîn.”
STOCKHOLM/MEXMÛR