Gelê Rojava bi Hêzên Parasitana Civakî (HPC) di warê xweparastinê de xwe bi rêxistin dikin. Gel, bêyî hêviya artêşê bimîne; bi HPC’ê kolan, kuçe, tax, gund û warê xwe diparêzin. Fermandarê HPC’ê Dijwar Firat Mêrdin, destnîşan kir ku ger parastina rewa li Pirsûsê hebûya ciwan li Pirsûsê nedihatin qetilkirin û wiha got: “HPC milê parastinê yê leşkerî ye. Di şer de ji bo parastina civakê heye. Li vir parastina civakê esas e. “ 


‘Her kes wê xwe biparêze’

Li rojava hêzên YPG/YPJ’ê di asta herî jor de gel û hemû nirxên gel diparêze û ji bo parastina hemû nirxan şer dike. Niha jî li Rojava hêza mîlîs a bi navê Hêzên Parastana Civakî (HPC) tê avakirin. HPC di her qadê de modela netewa demokratîk ji xwe re esas digre. Li Rojava YPG/YPJ milê şoreşê yê hêza leşkerî ya profesyonel esas digire. Li aliyê din milê parastina rewa pêş dixe. Piştî Kantona Cizîrê niha jî Kantona Efrînê pergala HPC’ê dixe meriyetê. Bi vê pergalê armanc dike ku parastina hemû kesan bê kirin. Hemû kes bi xwe parastina xwe ya rewa pêş bixe. Gel dê bi HPC’ê parastina xwe bi xwe bike û êdî pêdivî ji kesên din nabîne. Fermandarê Giştî yê HPC’ê Dijwar Firat Mêrdin, anî ziman ku heta niha 3 hezar endamên wan hene û di her komînekê de fermandariyek heye. 




Fermandar Mêrdîn anî ziman ku dê HPC li gel hêzên YPG/YPJ’ê cih bigire û li her kolan û kuçeyê parastinê bike. Mêrdin, da zanîn ku fikra pergala HPC’ê ne fikrek nû ye û wiha axivî: “Ev feraset di felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de jî heye. Tu hêza derve ku civakê biparêze tune. Ji ber vê yekê divê civak karibe xwe bi xwe biparêze û hêza xwe ji nava xwe ava bike. Di bingehê Xweseriya Demokratîk de parastina rewa ya civakê heye. Divê civak karibe xwe bi xwe birêve bibe. Ji ber vê yekê jî pêdivî bi parastina rewa heye. HPC milê leşkerî yê parastina civakê ye. Dema şerek çêbibe civak dê karibe xwe biparêze. Ger ku şer tune be jî dê bi awayekî asayî jiyana xwe berdewam bike.” 




‘Dê li kolanê xwe biparêze’


Mêrdin, da zanîn ku ev hêz dê li kolan, tax û gund xwe biparêze û wiha bi dawî kir: “Dema rastî êrîşekê bê dê ax û warê xwe bernede û neçe. Dê karibe parastina xwe bi xwe bike. Her kes dê kolana xwe gundê xwe û taxa xwe biparêze. Heta niha 3 hezar endamên me hene. Dewreyên me yên heftane û mehane hene. Saet di navbera 23.00 û 06.00’an de nobetê digirin. Ger ku li Pirsûsê parastina rewa hebûya ciwan nedihatin kuştin. Ciwanên SGDF’ê yên li Pirsûsê hatin kuştin ji ber tunebûna parastina rewa ya civakê bû.” 



NAZIM DAŞTAN
/DÎHA/EFRÎN