Piştî bidawîbûna pêşkêşkirina lîstika şanoyê “Çiyayê Kurmênc” temaşevanan lîstik eciband, li çepikan da û dirûşmên wan ên “Bijî berxwedana Efrînê” û “Em ê li Çiyayê Kurmênc vegerin” li hola şanoyê deng veda.

Mihrîcana Şehîd Yekta ya Şanoyê ya 4`ê  dawiya hefteyê jî bi çalakiyên cihê dewam kir û Şanoya Çiyayê Kurmênc jî bi şanoya li ser Berxwedana serdemê mohra xwe li festîvalê xist.   de, Koma Leylûn a Efrînê derket ser dike û bi şanoya xwe ya “Çiyayê Kurmênc” bal kişand ser kiryarên dagirkerên dagirkeran û Berxwedana Serdemê. Koma şanogerên reqayê jî bi “Şevbihêrkek li nava goristanê” deng û rengê xwe li deng û rengê  Qamişlo zêde kir.

Mihrîcana Şehîd Yekta ya Şanoyê ya 4`ê îsal bi dirûşmeya “Dengvedana Efrînê” ji aliyê Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê ve hatiye organîzekirin di roja xwe ya 6‘an de li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo didome.

Gelk şêniyên bajarê Qamişlo, rewşenbîr û hezkiriyên şanoyê ji bo temaşekirinê amade bûn.

Vegera li Çiyayê Kurmênc

Dawiya hefteyl Koma Leylûn a Efrînê, şanoya xwe  ya bi navê “Çiyayê Kurmênc” pêşkêş kir. Mustefa û Raperîn Hesen senaryoya vê lîstikê nivîsiye û ew derhêneriya wê jî dike. Ev lîstika şanoyê balê dikşîne ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê; polîtîkayên qirrkirina çandê bi rengê ferzkirina zimanê Tirkî li ser Kurdan, guhertina navê deveran bi navê Tirkî û her wiha îşaret bi guhertina demografiya herêmê kirine.

Lîstoka şanoyê, sûcên dagirkeran li dijî jinan, girtin, êşkencekirina sivîlan, qutkirin û şewitandina daran û wêrankirina deverên dîrokî û pîrozgehan, li beramberî wê berxwedan û hêrsa gel a li hemberî dagirkeran nîşan da.

Piştî bidawîbûna şanoyê beşdaran lîstik eciband û bi çepikên xurt ev nîşan da. Piştî lîstikê tevî çepikan diruşmên “Bijî berxwedana Efrînê” û “Em ê li Çiyayê Kurmênc vegerin” li hola şanoyê deng veda.

Piştre jî der barê şanoyê de temaşekeran nihêrînên xwe îfade kirin. Hin beşdaran şano wekî şanoya Kurdî ya resen bi nav kirin û banga bipêşxistina rengên şanoyê kir.

Ji Reqayê li Qamişlo bûn mêvan

Dawiya heftetê, şemiya bihurî, Koma Şanogerên Reqayê jî li festîvalê mêvan bûn li ser dikê. Wan lîstika şanoya bi navê “Şevbihêrkek li nava Goristanê” pêşkêş kir.

Derhênerê wê lîstika şanoyê jî Deham Setam e. Ew ji bo festîvalê dibêje, “Gaveke bipêşketî ye, bi armanca bipêşxistina hunerê şanoyê, û di heman demê de jî, ev festîval rê li ber nasandina çand û hunerê tevahiya neteweyên deverê vedike.”

Di Şanoyê de, behsa rewşa Reqayê di dema desthilatdariya DAIŞê de hat kirin. Tê de hat nîşandan ka çawa xelkê Reqayê li dijî DAIŞ´ê rabû, û dilsoziya xwe bi aştî û jiyanê ve nîşan da.

Yekane lîstika bi Erebî li festîvalê

Deham Setam li ser lîstika xwe jî wiha peyivî: “Bêguman beşdariya me di vê festîvalê de li ser daxwaza rêveberiya vê navend û festîvalê bû, û ev jî tenê şanoya Erebî bû ku beşdar bû, di vê festîvalê de. Bêguman armanc ji vê festîvalê, pêxistina tevgera şanogeriyê ye û çêkirina nêzîkbûnekê di navbera tevahiya gelên deverê de ye daku aştî û hezkirin cihê xwe bigire.

Ev festîval di gera xwe ya çarem de, di roja cihanî ya şanoyê de hat, ku ev jî gelekî girîng e ku em bi rêya vê festîvalê pîrozbahiyê li şanogerên xwecihî û yên cîhanî bikin. Ev gaveke gelekî giranbuha û balkêş e, em hêvîdar in zêdetir bi pêş keve, û berhemên şanoyê bi zimanê Erebî zêde bibin, herwisa yên bi zimanên Kurdî , Suryanî û tevahiya zimanan jî, ti pirsgirêk tine ye, ya girîng ew e ku em şano û hunerekî xweşik pêşkêş bikin, em bihêlin ku şanogerî di dema bê de bi pêş keve.”

Dengvedana Zeytûnê dewam dike

Mihrîcana Şehîd Yekta ya Şanoyê ya 4`ê bi diruşma “Dengvedana Zeytûnê” 27´ê Adarê dest pê kir û tê de 9 komên şano ji seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê beşdar in. Festîval wê bi temamî 10 rojan dewam bike. Berpirsên festîvalê dibêjin, ew dibînin ku festîvala îsal asta pisporiyê ji her 3 salên bihurî zêdetir e. Di dawiya festîvalê de jî 9 xelat hene ku wê bên dayûn, di nava wan de baştirîn lîstika şanoyê, baştirîn aktrîst û baştirîn aktor jî hene.

 

QAMIŞLO