Bi pêşengiya KJA’yê li ber Sînemaya Yilmaz Guney daxuyanî hate dayîn û jinan çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de li gel Parlamena HDP’ê ya Êlihê Sadet Becereklî û Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel gelek jin amade bûn. Her wiha jinên Êzidî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê koçî Êlihê bûn jî beşdarî çalakiyê bûn.
Beriya daxuyaniyê jinan nepoxên bi rengên mor û spî yên navên jinên di berxwedana xwerêvebiriyê de û ji aliyê hevjîn û nasên xwe ve hatine qetilkirin li ser nivîsandî hildan. Bi lêdana erbaneyan dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” hatin gotin.
‘Em ê berxwedana Sêvêyan xurt bikin’
Li ser navê jinan derûnînasa Navenda Şêwirmendiya Jinan a SELÎS’ê Leyla Ekdî daxuyanî xwend û diyar kir ku ew ji bo berxwedana Sakîneyan, Sêvêyan, Cemîleyan bedena wê di sarincê da hate veşartin û Ekîn Wan û Cahîdeya bedena wê hate teşhîrkirin li qada ne û got ku ji bo ew berxwedana wan bigihînin rûmetê dê dengê xwe û têkoşîna xwe bilind û xurt bikin.
Banga tevlîbûna mitîngê kir
Di çalakiyê de parlementer Saadet Becereklî jî axivî û got, ew di pêvajoyeke re ku şîdeta li hember jinê pêk tê, derbas dibin û bang li jinên Êlihê kir da ku di 5’ê Adarê de bi rûhê berxwedanê beşdarî mîtîngê bibin.
ÊLIH