
Cejna sersalê di dîroka kevnar a Mezopotamyayê de xwedî cihekî pîroz e û bi giştî yan weke destpêka Adara Kurmancî yan jî ya Nîsana Rûmî tê pîrozkirin. Van rojên ku me Newroz li pey xwe hişt û serê Nîsanê li pêşiya me ye, gava ku em berê xwe didin du belgeyên girîng ên dîroka Mezopotamyayê em tê de dîsa rasta Sersalê tên. Em li vir behsa du mhrên qral Gudea tên ku qralê Lagaşê bû beriya Îsa di sala 2100´î de. Ew behsa avakirina perestgeha Nîngirsû û tacîdarkirina hevjînên xwedayî yên Lagaşê dike. Û ev hemû jî di cejna sersalê de diqewimin ku serê Nîsanê ye.
Di mohra bi rengê bangorekî ya pêşî de behsa qonaxên sereke yên avakirina perestgeha Nîngirsû dike ku di dawiyê de piştî paqijkirina manewî û madî ya bajarê Lagaşê, Gudae zend û benda badide û ji xwedayê xwe re perestgeheke "muhteşem" ava dike.
Herçî mohra bangorane ya diduyê ye, behsa zewaca pîroz a xwedayan û merasîma wê dike. Li gorî vê Gudea wê bike ku bi qeweta herdu xwedayan dewlemendî êi welêt serwer be, newekheviya di navbera êsîr û serwer de, di navbera xizan û dewlemend de ji holê rabe û sêwî û bî jî wê êdî bê xwedî nebin. Herçî zewac e, ral Gudea nûneriya xwedayê mirî û ji nû ve ruh pêhatî Temûz e.
Ev herdu mohr û peykerê Gudea bixwe li muzexaneya navdar a li paytexta Franseyê Parîsê, li Louvrê ne.
PARÎS