CÎHAN BÎLGÎN / ANHA/HESEKÊ

Saziya Çand û Huner a navçeya Til Temirê ya li Kantona Cizîrê xebatên xwe li dijî êrişan, di malên gel de dide meşandin ku her maleke navçeyê ji bo wan bûye warê perwerdeyê.

Koma Şoreş ji 8 kesan pêk tê, endamên wê di navbera 18-40 salî de ne. Kom sala 2012’an li Til Temirê hat avakirin ku niha jî ev 8 endam ruxmî girtîbûna saziya wan ji bo çanda xwe ya kevnar dewam bikin, perwerdeyên stranan û amûrên muzîkê yên wekî gîtar, tembûr, org, tembûrê dibin. Koma Şoreş wekî din diçe serdana şêniyên parastinê dikin, û bi stranan morala gel xweş dike, Kom diçe serdana koçberên di dibistanan de jî dikin.

Hevserokê Saziya Çand û Hunerê ya navçeya Til Temirê û endamê Koma Şoreş, Ciwan Dawûd dibêje, “Em hewl didin çanda hemû pêkhateyên li Til Temirê bi xebatên xwe nîşan bidin. Armanca me ya sereke ji bo moralê gelê xwe stranên nû pêşkêş bikin. Hewldanên me hene ku em perwerdeya çand û hunerê li malan bidin zarokan.”

Endama Rêveberiya Kevana Zêrîn û endama Koma Şoreş, Hedla Ebdo jî dibêje, dewleta Tirk êriş kirin, lê wan weke berê perwerdeya xwe li malan dewam kir: “Em perwerdeya xwe dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze çanda me qir bike, lê em jî ti carî nahêlin ku çanda me tine bikin.”