Di lêkolînên meha Hezîranê yên li gundê Huqoq ê kevnare yê Cihûyan de, mozayîkên serdema Romayê hatin dîtin. Di encama lêkolînên di sînegogekê de, 2 mozaîk derketin holê. Di panelên vedîtî de yek balê dikişîne ser Keştiya Nûh û ajalên wekî şêr, piling û hirçê, di panela din de jî Deryaya Sor ji hev bûye du qet û leşkerên ku ji hêla masiyan ve tên xwarin û maşînên hespan ên wergeriya ne tên dîtin.

Serokê lêkolînê Jodî Magness ê ji Zanîngeha Bakurê Carolinayê diyar kir ku ev mozayîkên ku Deryaya Sor wekî du beşan dide nîşan, 2 mozayîkên wekî wê jî hene, lê di nava serdema xwe de gelekî kêm tên dîtin. 

Magness, da zanîn ku dîmenên du beşbûna Deryaya Sor ên di sînegoga Huqoqê de hatine dîtin, yek ji wan di Dêra Dura-Europosê ya li Sûriyeyê de ye, lê ji ber ku dîmena ku leşkerê Misrê ji hêla masî ve tê xwarin tasfîr nake, mozayîka ku hatiye dîtin cuda ye. Magness eşkere kir ku heman dîmena ku gotobêjê temsîl dike li herêma Wadî Hamamê ya Israîlê hatiye dîtin, lê ji ber ku gelekî baş nehatiye parastin, di rewşeke gelekî xirab de ye.

Li gorî agahiyên ku hatin parvekirin, di lêkolînên li herêmê de bermahiyên dîrokî yên 2 hezar 300 salî jî di dema kolandinê de hatine dîtin. 


NAVENDA NÛÇEYAN